'Divê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin'

Tevgera Azadî sersaxî ji malbata Huseyîn Arasan û hevalên wî re xwest, ku bi sûîqestekê Arasan şehîd bû û got, "Divê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin."

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî di derbarê qetilkirina Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di destpêka daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Huseyîn Arasan welatiyek ji Bakurê Kurdistanê bû û çend sal bûn li Başûrê Kurdistanê wek penaber jiyan dikir.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê li beramberî xwîna Kurdên azadîxwaz û penaberan gelek xemsar nêz dibin. Her wiha hat gotin ev rewşa ne bi ewle ya li bajarên Başûrê Kurdistanê heyî, nîşaneya neberpirsyartiya nîştimanî, mirovahî û Kurdbûnê ye.

Di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Divê ti demê exlaqê me yê civakî û Kurdbûnê rê bi wê yekê nedaba di jêr desthilata vê hikûmetê de bi vî rengî êrişê ser kesên ku ji ber Kurdbûn û fikra xwe ya azad penaberî Başûrê Kurdistanê bûne, were kirin.

Bêdengî û bê helwestiya aliyên siyasî, rêxistinên mafê mirov û Neteweyên Yekbûyî ya li ser bûyerê, nîşana xirabûna exlaqê siyasî û mirovahiyê ye. Ji bona wê daxwaz ji kesayetên azadîxwaz û aliyên peywendîdar dikîn ku bi rola xwe rabin û pêşî li vê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bigrin.

Di dawiyê de jî em sersaxiyê li malbat û hevalên Şehîd Huseyîn Arasan didîn û daxwaza lêborînê dikîn ji ber ku Başûrê welat ji bo Kurdên azad ne cihek bi ewle ye.”