Li Elkê operasyona qirkirina siyasî: 5 kes hatin destgîrkirin
Li Elkê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Li Elkê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Li taxa Alî Çavûş a navçeya Elkê ya Şirnexê, polîsên tîmên taybet avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinê de Hevseroka Navçeya Elkê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zarîfe Borak, Rêveberê Navçeyê yê HDP'ê Emrah Yacan û Lokman Abî, Devran Abî û Mehmet Cîn hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.