Fûat Bêrîtan: Projeya KODAR’ê yekane sîstema demokratîkirina Îranê ye

"KODAR sîstemek welê ye ku her kes dikare bikeve bin sêwana wê, bê ku azadiya wê/î ya takekesî bikeve jêr xeteriyê. Ji ber ku KODAR sîstema gel e, ji bo wê yekane rê ye. Her rêxistin, partî, sendîkayên sivîl dikare modela KODAR’ê bi kar bîne."

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan bal kişand ser projeya KODAR’ê ya ji bo demokratîkkirina sîstema Îranê û ev nirxandin kir: “KODAR ji bo tevahiya Îraneke demokratîk mînakek herî baş û guncav e. KODAR ji bo hemû aliyên siyasî û civakî ya sîstemeke demokratîk a gelna pir alî û cihêreng e. Hemû bawerî, ol sîstem û pêkhate di anva proje û sîstema KODAR’ê de cihê xwe digire. Mafê wan parastî ye. Ew ne partiyeke ew avaniyeke welê ye ku dikare pirerengiya Îranê ya olî û netewî ya gelan û dîsa rêvebirina civakî û welat a demokratîkbûnê de ciheke girîng bigire. Çêkereke welê ya demokratîk e ku cih dide hemû gel, bawerî-ol, jin, ciwan, rêxistin, partî û hemû rêxistinên civakî."

Fûat Bêrîtan diyar kir ku sîstema herî baş û ji bo guherîna Îranê û sîstem û nîzama demokratîk KODAR e û got, "Sîstemek welê ye ku her kes dikare bikeve bin sêwana wê, bê ku azadiya wê/î ya takekesî bikeve jêr xeteriyê. Ji ber ku KODAR sîstema gel e, ji bo wê yekan e rêye. Her rêxistin, partî, sendîkayên sivîl dikare modela KODAR’ê ji bo hemû Îranê bikar bîne.”

Bêrîtan li ser rol û rista jinê ya di şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de axivî û ev nirxandin kir: “Îraneke nû û demokratîk encex bi azadiya jinê pêkan e. Her nêrîneke ji bilî vê tê wateya dubarebûna sîstema berê ya hikûmî ya bê kêr. Hebûna jinê ya li gel mêr, prensîba bingehîn a civakê ye."

Fûat Bêrîtan destnîşan kir ku pêwîstiya Îranê heye ku ji niha şûnde zêdetir jin di nava sazî û rêveberiyê de cih bigire û got, "Hebûna jinan û tevahî dayîna mafê wan tê wateya şoreşê. Bê dayîna mafê wan şoreş bê wate ye. Bi hebûna jinê ya li nava şoreşê tê wateya jiyanî. Lewra divê hemû partî, rêxistin, kom, partî, platform cih nede jinê, divê bê rexnekirin.”

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan têkildarî nîqaşa li ser yekîtiya netewe û gelan a li Îranê jî got, "Li Îranê ramana ku tenê neteweyek bi serê xwe bê ku azadî û mafê neteweyên din li ber çav bigire, sera xwe kar bike, di bingeh de şaş e. Azadiya gelên Îranê û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Em vê rewşê dixwazî qebûl bikin yan jî nekin rastî ev e. Netewbûn stûnên hebûna hev in, azadiya wan bi hev re ye; ji bo pêşiya cihêkarî û şerê wêran bê girtin, yekan e rê ev e. Ji derveyî vê her îdiayek vala û dij mirovî ye, dijî civakê ye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêza tifaqeke bi vî rengî bi xurtî îsbat kir. Rê nîşanî me da, êdî erka me ew e ku em vê yekîtiyê bibînin, ev yek nebe bi ser nakevin.” 

Bêrîtan bal kişand ser yekîtiya partiyên Kurdistanî ya di vê qonaxê de û got: “Kombûna li hev a partiyên Kurdistanî pir girîng e. Nabe ku em hebûna gelê xwe tenê bi hebûna partiyan re sînordar bikin. Bi qasî partiyan, rêxistinên civaka sivîl, mafê mirovan, derdorparêz û sendîkayên karkeran jî girîng e."

Fûat Bêrîtan got, "Em KODAR ku sêwana hemû partî û rêxistinên civaka sivîl ji her pêngava demokratîk û pratîk re amade ne. Bi yekîtî, hevhatin û hevxemiya hemû partî û rêxistinan dikarin gavên xurtir ber bi azadiyê ve bên avêtin."