Eren: Polîtîkaya ewlekariyê ne çareserî ye

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, "Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê û pratîka darazê çareser nabe."

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku divê mirov li ser guhertina kabîneyê zêde kêfxweş nebe û got ku polîtîkaya sîstemê yanî polîtîkaya dewletê di meriyetê de ye.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku hiqûq û edaleta Tirkiyeyê di van 7-8 salên dawî de gelekî qels bûye û di van salan de kêmbûna di warê maf û azadiyên bingehîn de, di meseleya Kurd de perspektîfeke ewlekariyê û pratîka darazê ya herî xirab re rû bi rû maye. Eren, anî ziman ku ew hem pratîka darazê ya di dozên ku Kurd bûne mexdûr de û hem jî dengê herî biçûk ê mûxalîf veguheriye lêpirsînê de vê rastiyê dîtine.

GUHERÎNA WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR

Eren, da xuyakirin ku tevlîbûna meş, civîn û xwepêşandanê, bi endamtiya rêxistinê hatiye sûcdarkirin û wiha dewam kir: “Heta di îdianameyê de cih girtin. Niha piştî 7-8 salên xerab di vî warî de kabîneya nû ji bo me hemûyan bi awayekî xwezayî hêviyeke nû diafirîne. Aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê li gorî min Wezîrê Karên Hundir bû. Wezîrê Karên Hundir xwedî bandorek bû ku li tevahiya civakê belav bû. Di vê wateyê de guhertina Wezîrê Karên Hundir pêşketineke girîng e. Helbet divê mirov zêde li ser guhertina kabîneyê kêfxweş nebe. Li gorî min polîtîkaya sîstemê, yanî polîtîkaya dewletê di dewrê de ye.”

SÎSTEM NE EWQASÎ BI MIROVAN VE GIRÊDAYÎ YE

Eren, da zanîn ku dewlet li gorî dem û cih ji nû ve tê guhertin û li gorî pêvajoyan dikare biguhere û wiha got: “Di vê wateyê de em nizanin guhertina kabîneyê wê bibe sedema guhertina sîstemê yan jî guhertina vê polîtîkayê. Lê ev pergal ne zêde girêdayî şexsan e. Mînak Wezîrê Dadê kesek e ku bi salan cîgirê serokwekilê komê ye. Ew ji pîşeya parêzeriyê tê. Ew ê bibe pratîkek ku dê pirsgirêka bêalîbûn û serxwebûna darazê ya li Tirkiyeyê ji holê rabike an na em ê bibînin.”

Eren diyar kir ku daraz û pratîka burokratîk a li Tirkiyeyê bi guhertinên sîstemê re têkildar e û got, “Yanî dema ku mirov meseleya Kurd di qada maf û azadiyên bingehîn ên li herêmê de bigire dest, tengasî û binpêkirinên mafan zêde bûn. Di wê demê de dema hûn polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê ya di meseleya Kurd de pêk bînin, hûn nikarin gavekî jî ber bi pêş bavêjin. Ya rast, heta ku hûn pirsgirêkê wekî pirsgirêkek ewlehiyê bibînin, binpêkirina mafan zêde dibe. Dema ku hûn deriyên diyalog û muzakereyê ji pirsgirêka demokrasî û azadiyê re an jî ji pirsgirêkê re vekin pratîka darazê jî diguhere. Ew hişkiya ku ji kanalên burokratîk tê jî kêm dibe."

HÊVIYA TÊKILIYA BI KABÎNA NÛ RE

Eren anî ziman ku li desthilatdariyê kî dibe bila bibe, di her pêvajoyê de daxwazên Kurdan ên aştî, demokrasî, mafên bingehîn û azadiyan hene û wiha domand: “Dema pêwîst bû bersiva van daxwazan bi erênî hat dayîn. Dem hebûn ku deriyên diyalogê dihatin vekirin. Dema ku hişkî hebe, têkoşîn berdewam dike. Di vê wateyê de êdî em dibînin ku li tevahiya Tirkiyeyê weke civak westandineke cidî heye. Pevçûnên sala 2016'an, hewldana derbeyê, şewba nexweşiyê, erdhej û krîza aborî di hemû beşên civakê de westandineke cidî çêkir. Di vî warî de jîngeheke cidî ya aştiya civakî pêwîst e. Di vî warî de ez dikarim bibêjim ku karê vê desthilatdariyê û kabîneya nû gelek e. 

Diviya ku me karîbû bi burokrasî û wezaretan re peywendiyeke saxlemtir deyna, mixabin bi wezîrên van salên dawî re, bi taybetî jî wezîrê dawî yê karên hundir û wezîrê dadê Bekîr Bozdag re, me nikarîbû têkiliyê deynin. Me nekarî têkilî û pêwendiya ku me di serdema Abdûlhamit Gul de bi wezîrên dawî re danîba. Di heyama nû de ez di wê baweriyê de me ku em ê bi atmosfera ku ji ber guhertina vê kabînê çêbûye re têkiliyeke baştir pêk bînin.”