Oznur Deger: Ez ê rojnamevantiya aştiyê bidomînim
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger ku di rûniştina ewil de hat tehliyekirin, got: “Ez ê rojnamevantiya aştiyê ku 5 sal in didomînim, ji vir şûnde jî bi berpirsiyartiyekî hîn mezintir bidomînim.”
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger ku di rûniştina ewil de hat tehliyekirin, got: “Ez ê rojnamevantiya aştiyê ku 5 sal in didomînim, ji vir şûnde jî bi berpirsiyartiyekî hîn mezintir bidomînim.”
Yekemîn rûniştina doza derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger de ku di 7'ê Sibatê de di serdegirtina mala malbata xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi lêdanê hatibû binçavkirin û heman rojê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin û hatibû girtin, îro hat dîtin.
Di danişînê de biryara qedexeya derketine derveyî welat, bi şerta kontrola edlî hat berdan. Doz taloqê 21’ê Cotmehê hat kirin.
Oznur Deger ya ku ji girtîgehê derket ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Tevgera Jinên Azad (TJA),Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Li vir Oznur Deger axaftinek kurt kir: û got: “Kêfa min nîvco ye. Hîna hevalên min girtîne. Ez ê berpirsyariya rojnamegeriyê ku 5 sal in dikim ji vir şûnde jî bînim cih. Bi salane Çapemeniya Azad bêdeng nebû. Ji salên 90’î heta niha bêdeng nebû û nivîsî. Erka xwe anî cih û tîne cih. Ez jî mîrateya ku ji pêşengên xwe digirim têkoşînê bidomînim.”
Piştî axaftina Oznur Deger dirûşmeya “Çapemeniya Azad bêdeg nabe” hat berzkirin.