KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji ber alîkariyê spasiya xelkê Başûr kir
Nûnertiya Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî bi daxuyaniyek spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêj kiriye ji bo mexdûrên erdhejê û got, ew berpirsyariya şandina alîkariyê digirin ser xwe. -
Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr alîkarî tê berhevkirin
Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr bi pêşentiya HDP, YNK’ê û Tevgera Demokrasî ya Gelê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin. -
HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Li qada Çemçoyê di çalakiya tîmên bi tevger ên gerîla de ku bi çekên giran hate lidarxistin, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 5’emîn re didome
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 5’emîn hate dewrstendin. -
Şervaneke YPJ'ê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû
Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Sena Elî (Nûpel Têkoşer Dêrik) ku Çileya 2023'an di êrîşa dewleta Tirk de li Eyn Îsayê birîndar bûbû, 7'ê Sibatê şehîd bûye. -
Karasû: Divê civaka me piştevaniyek xurt bike!
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku bi rabûna erdhejê, derketiye holê ku saziyên dewletê bi tenê ji bo nîşandanê ne û derketina ji heqê felaketên wiha, bi piştevaniya civakî mimkûn e. -
Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hînê di binê kavilan de ne
Di ser erdheja li Bakurê Kurdistanê re 3 roj derbas bûn. Bi hezaran kesî jiyana xwe jid est dan, gelek kes hînê di binê xirbeyê avahiyan de ne. Gel hewl dide mirovên di binê xirbeyan de mane bi derfetên xwe rizgar bike. -
Parêzer Beşdar Hesen xelata ku wergirt, diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir
Parêzer Beşdar Hesen ê ji Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku xelata mafên mirovan ku ji DYE’yê wergirtiye, dike diyarî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Ciwanên Başûr wê li dijî tecrîdê bimeşin
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne, Dem dema Azadiyê ye, Werin Cenga Azadiyê’, li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan wê li bajarokê Tekye meşek lidar bixin. -
Xelkê Dîlokê: Nan û av bi dest me nakeve!
Mexdûrên erdhejê yên li Dîlokê ku bi derfetên xwe kon danîne û tu alîkarî negihiştiye wan, anî ziman ku nan û av bi destê wan nakeve. -
Şêniyên Mexmûrê: Divê em Kurd xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî daxuyaniyek da û got: “AKP-MHP bûye sedema bi deh hezaran kesan. Ji bo wê em Kurd divê xwedî li mexdûrên erdhejê derbikevin. -
Komalên Ciwan: Divê em bi ruhê seferberiyê piştevaniyê xurt bikin
Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Dewlet mirovan dikuje, ne erdhej" û bang kir ku bi ruhê seferberiyê piştevaniya bi gel re bê mezinkirin. -
Ji Başûrê Kurdistanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê dewam dike
Şêniyên Başûrê Kurdistanê bê navbera alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Silêmaniyeyê li du navendan alîkarî têne berhevkirin. -
Xebat Marînos li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê QSD’ê Xebat Orhan bi nasnav Xebat Marînos di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. -
Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê bûye seferber
Piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hat û gelek welatî bûn qûrbanî, li Başûrê Kurdistanê li çend navendan, welatî li navendên cuda cuda alîkarî ji bo mexdûran berhev dikin. -
Erdhejzedeyên Dîlokî: Saziyên dewletê xemsar in
Li Dîlokê ku erdhejê bandoreke giran lê kir, 2 roj in şêniyên herêmê li derve ne. Ji xemsariya saziyên dewletê gazinan dikin. -
Şêniyên Elbistanê bi şev li cemxaneyê dimînin
Şêniyên Elbistanê ji neçarî bi şev li hundir û hewşa cemxaneyê dimînin. -
YPS û YPS JIN'ê kesên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin, bi bîr anîn
Koordînasyona YPS û YPS JIN'ê bi daxuyaniyekê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û hemû şehîdên li Cizîrê di jêrzemînên hovane de hatin şewitandin û qetilkirin, bi bîr anî. -
Desthilatdarî erdhejê bi kar tîne
Hikumeta AKP-MHP'ê ku di dema xwe de bi xurtî dest li erdhejê werneda û hîn jî wernade, bi ragihandina Rewşa Awarte re hewl dide erdhejê bi kar bîne. -
Bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin
Piştî erdhejên bi mezinahiya 7.8 û 7.7 pileyî yên li Bakurê Kurdistanê bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin. -
Erdheja li Bakurê Kurdistanê: Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan
Ji ber erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li Bakurê Kurdistanê, ku li Mereşê rû da, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di binê xirbeyê avahiyan de mane. -
Xelkê Silêmanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferber bûye
Xelkê Silêmanî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê seferber bûye. Ji heft salî heta heftê salî alîkarî ji bo mexdûran dişîne. -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin" û ji bo mexdûrên erdhejê banga xurtkirina piştevaniyê kir. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi komek nû dewam dike
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hefteyek li pey xwe hişt. Çalakî bi komeke nû dewam dike. -
Bîlanço giran dibe: 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan
Bîlançoya erdheja li Bakurê Kurdistanê kêlî bi kêlî giran dibe. Li gorî daneyên dawî yên AFAD'ê 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan.