Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 812’an de didome

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatibûn qetilkirin dest bi têkoşîna edaletê kiribû, got “Heta edalet neyê, em ê li mala xwe rûnenên.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û ji malbatê sê kes qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar a ku di êrîşê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin di 9’ê Adara 2021’an de tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Di roja 812’emîn de dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê çû serdana Fadil Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû û 5 sal in di Girtîgeha Xarpêtê de di hucreyeke yekkesî de ye.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam par ve kir “Ji ber ku em hatin serdana Fadil Şenyaşar ê ku 5 sal berê di êrîşê de birîndar bûbû û piştre hatibû girtin û niha jî di hucreya yekkesî de ye, em ê îro ne li ber edliyeyê bin. Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe rûnenên.”