'Bi azadiya Rêber Apo em ê dawî li dagirkeriyê bînin'

Şêniyên herêma Firatê destnîşan kirin ku ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê ew ê êdî sînoran nas nekin û diyar kirin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê dawî li dagirkeriyê bînin.

Nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ev yek jî tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan zêde dikin. Şêniyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivîn.

'RÊBER APO CAN Û GIYANÊ ME YE'

Edle Bekir anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelan hemûyan e û got, "Ti agahiyên me ji Rêberê me tune. Tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo ferz kirine. Lê belê bila her kes jî zanibe ruh, can û giyanê me, tenê ji bo Rêber Apo ye. Heta ku em Rêberê xwe fîzîkî azad nekin, em gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng namînin."

'EM Ê PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN Û RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Edle Bekir destnîşan kir ku ji bo şikandina pergala Îmraliyê ew ê ti sînoran nas nekin û wiha dewam kir, "Heta ku Rêberê me di nava çar dîwaran de be, em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nava çar dîwaran de ne. Vaye êdî Kurdan xwe isbat kirine. Çawa bi têkoşîna Rêber Apo jiyana Kurdan ronî bû, em jî ji bo Rêber Apo têbikoşin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Wê bi vî ruhî jî dagirkerî û hevkarên xwe têk biçin."

'RÊBER APO HEZKIRIN XISTIYE NAVA HEMÛ NETEWEYAN'

Ji Koordînasyona Kongreya Star Loceyîn El Selêm bi bîr xist ku 6 mehên din bi îdîaya cezayê dîsîplînê hevdîtin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye qedexekirin û got, "Fikra Rêber Apo êdî di mejiyê me de hatiye çandin. Vaye em her kes li ser fikra Rêber Apo çavên xwe ronî dikin. 20 sal in Rêberê me li hemberî dagirkeriyê têdikoşe. Jinê bi saya berxwedan û têkoşîna Rêber Apo bi azadî li hemberî her dagirkeriyê têdikoşe. Rêber Apo hezkirin xist nava tevahî pêkhateyan û di hundirê her jinekê de ruhê azadiyê çand."

'KES NIKARE RÊBER APO Û GEL JI HEV QUT BIKE'

Ji Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Nedîm Daşo anî ziman ku eger ne Abdullah Ocalan bûya wê her tişt di jiyana wan de winda bûya û destnîşan kir ku Ocalan ji bo wan her tişt e. Nedîm Daşo got, "Kes nikare bi rêya tecrîdê Rêberê me û gel ji hev qut bike. Bêyî Rêberê me jiyan nabe. Dagirkerî û desthilatdarî her ji fikra Rêber Apo ditirsin. Rêber Apo di dil û mejiyê civakê de ye. Êdî banga me ji her kesî re ye, divê êdî li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan. Dewleta Tirk êdî serî li her rêbazê dide ji bo tunekirina vê civakê. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her li ber xwe bidin."