KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê didome
Şêniyên Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 2’an de didomînin. Çalakgeran bang li gelê Kurd kir ku xwedî li doza Rêberê Gelê Kurd derbikevin. -
Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike
Berxwedana Malbata Şenyaşar didome. Daxwaza parêzerên malbatê ya yekkirina dosyayên "dikanê" û "nexweşxaneyê" hat qebûlkirin. -
HPG'ê şehîdên Cîlo bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Cîlo di sala 2017'an de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi lehengiya xwe li dijî dijmin bi fedaîtî şer kirin û ji bo azadiya gelê me bi her awayî fedakarî kirin." -
Karayilan: Hêzên komploger divê siyaseta xwe biguherînin
Karayilan diyar kir ku yê DAÎŞ têk bir li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye û ji dewletên tevlî komployê bûne xwest ku polîtîkaya xwe biguherînin; "Eger di aştiyê de ji dil bin, bila destpêkê vê 'lîsteya terorê' ji holê rakin." -
Li Yilmaz û Oncu 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Li Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê û bager
Ji ber barîna berfa zêde li Çewlîgê rêya 283 gundan, li Xarpêtê 396, li Êlihê 30, li Şirnexê rêya 18 gundan hat girtin. Li Wanê û navçeyên wê jî rêya 254 cih û waran hat girtin. -
Welatiyên Kerkûkê li dijî nirxê elektirîkê û nebûna elektirîkê daketin kolanan
Welatiyên Kerkûkê li dijî bihabûna nirxên elektirîka matorê ya taxan û nebûna elektirîkê da ketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. -
Berxwedana 'Jin, Jiyan Azadî' li gel zexta dewletê dewam dike
Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gel zext û êrîşên dewletê bênavber dewam dikin. -
Li Xakurkê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin
Tîmên bi tevger ên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. -
Rêya bi sedan gundên herêma Serhedê ji ber berfê hatiye girtin
Li herêma Serhedê 2 roj in berfeke zêde dibare. Ji ber berfê li Wanê rêya 254 gundan, li Colemêrgê rêya 365 gundan, li Agiriyê rêya 86 gundan, li Mûşê rêya 98 gundan û li Erdexanê rêya gelek gundan hate girtin. -
Viyan Soran li Mexmûrê hate bîranîn
Li Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Welî Hisên) di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. -
Nobeda Edaletê di roja 696'an de ye
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 696'an de ye. -
Du pêşengên nemir
Şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn têkoşîna xwe ya 30 salan a bênavber bi îfadeyên xwe ji kamerayan re hesreta xwe, hevrêtî û hestên xwe yên kûr piştî yên derketine rê, parve dikin. -
'Têkoşîn wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bike'
Koordînasyona PAJK'ê Viyan Soran di salvegera 17'an a şehadeta wê de bi bîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komplo û dagirkeriyê wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike. -
TAJÊ bang li jin û dayikan kir: Nehêlin dijmin bi zarokên we bilîzin
TAJÊ diyar kir ku yên bi dijmin re dixebitin û sîxuriyê dikin ne ji bawerî û civaka wan e û bi taybetî bang li jin û dayikên Şengalê kir ku nehêlin dijmin bi zarokên wan bilîze. -
Amed Malazgîrt: Şer wê sala 2023'an girantir bibe
Ji fermandarên biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt anî ziman ku berevajî daxuyaniyên rêveberên dewleta Tirk şer li Zapê hîn jî dewam dike û got, "Şer wê sala 2023'an girantir bibe." -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Evîn Encuyê ku hatibû teşhîskirin piştî 11 rojan radestî malbata wê hat kirin. -
Li Kerkûkê li ser parastina jîngehê semînerek hate dayîn
Jineolojî ji bo parastina çand û jîngehê bi navnîşana ‘Erk û berpirsyariyên me yên li hember jîngehê’ semînerek da. -
Li Silêmaniyê mayîn teqiya, kesek jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. -
Ji Geverê ji bo 'Meşa Gemlîkê' banga tevlîbûnê hate kirin
Li Geverê ku wê meşa li dijî tecrîdê ya ber bi Gemlîkê ve lê destpê bike, banga tevlîbûnê li gel hate kirin. -
Li Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd greva birçîbûnê destpê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê meşandin veguherî greva birçîbûnê. -
Li Amedê noker hatin cezakirin
Milîsên Mehmet Akar li navçeya Sûr a Amedê kesên ku nokerî ji dewleta Tirk re dikirin ceza kirin. -
Berxwedana Şenyaşaran dewam dike: Kujer li mala xwe ne!
Emîne Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide, got "Kurê min girtî ye, lê kujer li mala xwe ne." -
HPG’ê bîlançoya meha Çileyê eşkere kir: 31 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê bîlançoya meha Çileyê eşkere kir. Li gorî bîlançoye gerîlayan 120 çalakî kirine, 31 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran 252 caran bi çek û bombeyên qedexe êrîş kirine. 10 gerîla jî şehîd bûne. -
Salvegera 17'an a şehadeta Viyan Soran
Viyan Soran: Bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin. Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê.