BI DÎMEN

Nobedên Edaletê dewam dikin: Em çalakiyê mezin bikin, tecrîdê bişikînin

Dayikên di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tecrîd bê rakirin û ji bo mezinkirin û xwedîderketina li çalakiya wan bang kirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li gelek bajaran xizmên girtiyan di çalakiyên Nobeda Edaletê de ne.

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya navçeya Rezanê ya DEM Partiyê çalakiya Nobeda Edaletê dewam dike. Dayikên ku di nobeda edaletê de ne, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê şermezar kirin û xwestin ku tecrîd tavilê bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin.

EM DAXWAZA AŞTÎ Û EDALETÊ DIKIN

Dayika Mûhammet Kartal ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin, Afîfe Kartal got, "Hefteya derbasbûyî çûm hevdîtina kurê xwe, moralê xwe di cih de bû. Mixabin rêveberiya girtîgehê zext, zilm û neheqiyê li wan dike. Kurê min di nava 10 rojên di greva birçîbûnê de 6 kîlo kêm kir. Rêveberiya girtîgehê prosedurên pêwîst ê têkildarî mirovên di greva birçîbûnê de ne mixabin bi cih nîne. Av û xwê nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Girtî jî neçar dimînin ku avê ji kaniyê vexwin. Em daxwaza edaletê dikin. Em dayik edaletê dixwazin. Em dixwazin ku Rêber Apo karibe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me bê şikandin. Eger tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin hingî tecrîda li ser zarokên me jî wê bê şikandin. Em tenê daxwaza edalet û aştiyê dikin. Heta ku greva birçîbûnê ya zarokên me dewam bike em ê jî Nobeda Edaletê dewam bikin. Werin em bi hev re vê çalakiyê mezin bikin."

EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN

Zekiye Yilmaz ji bo Nobeda Edaletê banga piştgiriyê kir û got, "Em dixwazin ev êşkenceya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Dibêjin li vî welatî edalet heye, lê em edaletê nabînin. Em dixwazin mafên girtiyan ji zarokên me re jî bê dayin. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Zarokên me li zindanan êşkence û zilmê dibînin. Em dayik, dema zarokên xwe bi wî rengî dibînin dilê me dişewite. Zarokên me bi neheqî xistin girtîgehê. Em dayik, em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em vê zilmê qebûl nakin, em ê qebûl nekin. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana zarokên xwe em li vir in. Heta ku bersiv ji daxwazên zarokên me re bê dayin em ê dest ji Nobeda Edaletê bernedin."

TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Fatma Adak diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê bê şikandin û got, "Rêber Apo îro tecrîdkirî ye, em vê yekê şermezar dikin. Girtiyên siyasî tecrîdkirî ne, em vê ferasetê şermezar dikin. Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me û zarokên me bê rakirin. Ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li girtîgehan em li vê derê ne. Bang li gelê me dikim; werin piştgiriyê bidin têkoşîna me. Ya ku dewlet li me dike zilm e, em vê zilmê qebûl nakin. Gelê Kurd bila bê xwedî li Rêber û îradeya xwe derkeve. Ez bawer dikim ku têkoşîna me wê bi ser bikeve."

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN

Fatma Çagir jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û got, "Ji bo tecrîda li girtîgehan bê rakirin em li vê derê ne. Weke dayik em ji bo vê yekê li vê derê ne. Zarokên me yên girtî ji bo Rêber Apo ketin greva birçîbûnê. Ji bo piştgiriya wan bikin em li vê derê ne. Zarokên me li girtîgehan, em ê jî li derve têkoşîna xwe dewam bikin."