HPG: Li Metînayê 12 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Metînayê ji gelek baskan ve li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin û di encamê de herî kêm 12 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 13'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkeran bi rengekî koordîneyî çalakî hatin lidarxistin û herî kêm 12 leşker hatin cezakirin, gelek çeper hatin îmhakirin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

"Li Herêma Metînayê;

13'ê Çileyê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li hemberî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hate kirin. Di çalakiya koordîneyî de ku bi rêbaza xweberdana nava dagirkeran destpê kir, baskê destpêkê yê çalakiyê bi bombeyên destan, çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xist. Di derba destpêkê de dagirkerek hate cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li koma dagirkeran a ji 15 kesan xist. Di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 4 dagirker hatin cezakirin.

Di heman demê de baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran xist û 4 dagirker hatin cezakirin. Çepereke ku dagirker tê de bûn bi çekên nîv otomatîk hate îmhakirin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di encama derbên hêzên me de dagirker tirsiyan û hewl dan birevin. Hêzên me li wan dagirkeran jî xistin û 8 dagirker birîndar bûn. Di encama vê çalakiya koordîneyî de bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn.

Her wiha kamelyayeke mezin, 2 kon û 4 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyê me Jêhat ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke bilind tevlî vê çalakiyê bû, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Jêhat wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14'ê Çileyê li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 3 caran, li herêma Qendîlê qada Bereşê 2 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."