Hêlîn Umît: Artêşa Tirk nikare li hemberî gerîla bisekine

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku artêşa Tirk nikare li hemberî hêza lêdanê ya gerîla bisekine û bi bîr xist ku HPG'ê beriya niha bi gotina 'Vekişin, naxwe hûn ê îmha bibin' hişyarî dabû, ku niha ev hişyarî pêk tê.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û operasyonên şoreşgerî yên hêzên HPG'ê yên li dijî artêşa Tirk nirxand.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de got, "Ez berxwedana Îmraliyê ya dîrokî careke din silav dikim. Em ketin saleke nû, bi kampanyayeke bi heybet a ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd me dest bi sala nû kir. Lewma dikarim bibêjim ku di meha destpêkê ya sala 2024'an de bi çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya li Kurdistanê, Tirkiye û deverên cuda yên cîhanê, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê hatiye xitimandin."

Hêlîn Umît anî ziman ku girîng e ev kampanya bê dewamkirin û xurtkirin û got, "Di şexsê 564 şexsiyetan de ku daxwaza azadiya Rêber Apo kirin, civaka Tirkiyeyê hîn bêhtir nêzî çareseriya neteweya demokratîk dibe."

Hêlîn Umît destnîşan kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza rakirina rejîma qirkirinê ya Îmraliyê, tê wateya daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê.

'DAGIRKER NIKARIN LI KURDISTANÊ BISEKININ'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku ya rojeva Tirkiyeyê diyar dike, şer e û got, "Ev yek ne tenê rojeva îro ye. Nêzî 10 sal in em di nava şerekî gelekî giran de ne. Ji sala 2009'an û vir ve êrîşeke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin û tê xwestin ku gerîla bê tasfiyekirin. Nêzî saleke jî em timî dubare dikin û dibêjin ku ev yek bi vî rengî nîne, gerîla nikare ji Kurdistanê bê derxistin, ev yek nepêkan e, ji aliyê civakî ve nepêkan e, ji aliyê zanistî ve nabe. Navenda me ya parastina gel, yanî fermandarên me di vê mijarê de hişyariyên girîng dan. Gotin, neyên. Ji xwe gelek caran ev yek gotin. Bêguman ev yek ne demogojî bû, ne tenê gotinek bû. Ev der Kurdistan e. Tu tê xaka Kurdistanê dagir dike. Gelo dagirkirin hêsan e? Tu hêzeke dagirkere li vê xakê. Gerîla zarokên vê xakê ne. Bi her bihostê zane, parastina warê xwe dike. Çi mafê te heye ku li vê cografyayê baregeheke bi vî rengî ava bike? Hincet çi dibe bila bibe... Tu çawa dikare li vir bisekine? Tu çawa dikare şerekî bi vî rengî bimeşîne? Ji aliyê civakî ve nabe.

'DEWLETA TIRK WINDAHIYÊN XWE JI RAYA GIŞTÎ VEDIŞÊRE'

Tiştekî zehmet e ku li ser mirina mirovan nîqaş bê kirin. Em ji weşanan dişopînin. Desthilatdariyek heye, ji bo desthilatdariya xwe dewam bike zarokên kedkar û xizanan bi birçîbûnê terbiye dike, piştre jî weke leşkerên ji bo pereyan şer dike, dişîne. Me dît, malbatên wan li binê konan dimînin. Bi vî rengî hatine teslîmgirtin. Bi rastî jî heyf e, bi rengekî neheq ev ciwan, ev mirov tevlî vî şerî hatine kirin. Gelo haya van leşkeran jê heye bê çima tevlî vî şerî hatin kirine? Ji sedî 80 haya wan jê nîne. Ev der Kurdistan e. Û tu li Kurdistanê ji bo dagirkirina cografya Kurdistanê civaka li Tirkiyeyê konsolîde dike. Rastiya şer ji sedî 1 jî ji civaka Tirkiyeyê re nayê nîşandan. Rastî nayê nîşandan. Li gorî berjewendiyên xwe nîşan didin. Niha jî dipirsim gelo çima dewleta Tirk ev windahiyên xwe da? Encamên vê operasyona şoreşgerî gelekî zêde ye. Ew dibêjin 9, eger ew dibêjin 9, hingî hûn jî 10 hebên din lê zêde bikin. Weke hêza di nava şer de em bi vê zanin. Em bibêjin li pêş çavên me 10 leşker dimirin, lê ew dibêjin yek. Leşkerekî tenê diweşînin. Lê naxwazim li ser hejmaran zêde biaxivim. Dixwazim vê yekê bibêjim; mekanîzmayeke veşartê heye ya dewleta Tirk, ya AKP-MHP'ê. Niha çima veşartin, çi dixwazin bikin? Armanc çi ye? Dewleta Tirk ewqasî tengav bûye ku di meşandina şer de zehmetiyê dikişîne. Dixwazin li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire."

'LI HEMBERÎ GERÎLA NIKARIN BISEKININ'

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di asta heyî ya şer de artêşa Tirk nikare li hemberî hêza lêdanê ya gerîla bisekine û got, "Di rewşa heyî de hişyariyên ku ji aliyê gerîlayên me, ji aliyê hêzên me yên parastina gel ve hatin kirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih têne anîn. Gotin, 'Hûn ê biçin'. Gotin 'Eger hûn neçin hûn ê îmha bibin, em hişyar dikin'. Niha ev hişyarî bi cih tê anîn. Artêşa Tirk nikare li hemberî vê yekê bisekine."

Hêlîn Umît anî ziman ku dewleta Tirk a li qada navneteweyî xitimî ye, ji bo meşandina şer hêzê, piştgiriyê dixwaze û got, "Her wiha şer dike malzemeyek ji bo siyaseta navxweyî. Şer bi vî rengî di rojevê de dihêle û li hemberî pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiyeyê dibêjin, 'Şer heye, ji ber ku şer heye rewş bi vî rengî ye'."

Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP bi vî rengî dike ku civaka Tirkiyeyê dengê xwe neke.

Hêlîn Umît got, "Dewleta Tirk şerekî gelekî neheq dimeşîne, şerê qirkirinê dimeşîne. Kurd ji bo man û nemanê, ji bo azadiyê şer dike. Kurd xaka xwe diparêze. Ji ber vê yekê artêşa Tirk mehkûmî têkçûnê ye."

'DERFETÊN PKK'Ê HENE KU VÎ ŞERÎ DI HER ŞERT Û MERCÎ DE BIMEŞÎNE'

Hêlîn Umît got, "Hevalên me yên ku ev operasyona şoreşgerî pêk anîn silav dikim. Di nava vê berfê, zivistanê de bi îradeya xwe a şoreşgerî ya mezin dikin ku civaka Tirkiyeyê rastiya şer bibîne. Bi êş e, lê belê neçar e ku pê re rû bi rû bimîne. Ji ber ku dijminê li hemberî me ji zimanekî cuda fêhm nake. Hatiye Kurdistanê dagir dike, li her devera Kurdistanê baregehan ava dike. Hebûna Tirkiyeyê ya li Bakurê Kurdistanê rewa nîne. Ne tenê qala hebûna li Başûrê Kurdistanê dikim.

Heta ku bê wê astê ku mafên gelê Kurd nas bike, ev têkoşîn wê dewam bike. Divê her kes bi vê zanibe û weke PKK weke gel derfetên me hene ku vî şerî di nava her şert û mercî de bimeşînin. Ji ber ku em mafdar in. Ji ber ku dozeke me ya mafdar heye. Ji ber ku em şerê hebûnê dimeşînin. Ji ber ku em daxwaza azadiya gelekî dikin."

'LI DIJÎ SÛCÊN ŞER ÊN LI ROJAVA DIVÊ SÛRIYE BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike. Li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike. Eger cihekî bi navê Laheyê hebe, eger li wir dadgeheke şer hebe, eger dadgeha navneteweyî hebe divê bikeve nava liv û tevgerê. Efrîkaya Başûr li hemberî Îsraîlê serlêdan kir. Îsraîl niha parastina xwe dike.

Rejîma Beşar Esad, rejîma Sûriyeyê eger hinekî ji welatê xwe hez dike, eger rola Tirkiyeyê ya di lîstikên li ser Sûriyeyê de bibîne û bixwaze li hemberî vê tiştekî bike, dikare li Laheyê dozê bide destpêkirin. Çima? Ji ber ku Tirkiye derbasî nava Sûriyeyê bûye, dagir kiriye. Bi demografiyê lîstiye. Gelê xwecihî yê vê cografyayê yanî gelê Kurd ji cih û warê xwe kiriye. Li şûna wan jî çeteyên DAÎŞ'ê bi cih kiriye. Hîn jî parastina Biratiya Misilman dike, weke rêveberê DAÎŞ'ê û rêveberê Hamasê tevdigere. Em ji vê derê vê yekê dibînin. Gelo yên ku siyaseta cîhanê dimeşînin vê nabînin? Vê pirsê li her kesî dikim.

Ev cografya bêxwedî nîne. Rojavayê Kurdistanê ya Kurdan e. Cografya Kurdan e. Li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin, dixwazim vê bibêjim. Koçberkirina mirovan ji cih û warê xwe eger li Xezeyê sûcekî li dijî mirovahiyê be li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."