Ceyhan: Li Colemêrgê metirsiya erdhejê zêde dibe

Endezyarê Jeolojiyê Eyûb Ceyhanî got ku metirsiya erdhejê ya li Colemêrgê her ku diçe zêde dibe û divê gel bergiriyên xwe bistîne.

Eyûb Ceyhan hişyarî da û got dibe ku xeta fayê ya Îranê û ya Rojhilatê Anadolûyê bibe sedema erdhejên tehrîbkar û wiha got: ‘’Colemêrg di navbera van her du xetên fayê de ye û talûke her ku diçe zêde dibe.’’

Li gorî rapora Endezyarên Jeolojiyê yên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB) ya 4'ê Gulana 2021'an a der barê  ‘Erdheja Colemêrgê’ de, navenda Colemêrgê û navçeya Şemzînanê û 45 bajarok û gundên Colemêrgê rasterast li ser xeta fayê ne.

Rapor di heman demê de rastiya ku li navenda Colemêrgê û gelek gundên wê beriya niha  erdhejên pir mezin hatine, nîşanî me dide. Li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta erdhejê divê bîna herî zêde ji  4 qatan pêk werin lê belê li Colemêrgê bi sedan avahiyên ku ji 4 û 9 qatan pêk tên hene. 

ERDHEJEKE BI PILEYA 7,2’YAN ÇÊBIBÛ

Li Colemergê beriya niha gelek erdhejên mezin çêbûn. Di van erdhejan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, navenda bajêr û gund wêran bûn. Di erdheja bi pileya 7,2 ya 7’ê Gulana 1930’î de li Colemêrgê 2 hezar û 514 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 3 hezar xanî jî hilweşiyan. Di 25'ê Çileya 2005'an de li Bajêrgeya girêdayî Colemêrgê bi pileya 5,9 erdhejek çêbû û her wiha di 27'ê Cotmeha 2011'an de jî li Geverê du erdhejên din ên bi pileya 5,2’yan çêbûn. Li Elbakê jî ku berê navçeyeke Colemêrgê bû, di sala 1908’an de bi pileya 6’an erdhejek çêbibû. Di raporê de hate diyarkirin ku li bajarê ku li ser xetên fayê ye, heya niha tu xebat nehatine kirin û bi hezaran avahî nehatine kontrolkirin û li hember erdhejê nesaxlem in.

PÊŞÎ LI ERDHEJÊN MEZIN DIGIRE

Endezyarê Jeolojiyê Eyûb Ceyhanî anî ziman ku di van salên dawiyê de li Colemêrgê gelek caran erdhej çêdibin û got ku metirsiya erdhejê her ku diçe zêde dibe. Ceyhanî hişyarî da û got dibe ku xeta fayê ya Îranê û ya Rojhilatê Anadolûyê bibe sedema erdhejên tehrîbkar û ev yek anîn ziman: ‘’Li Colemêrgê ku di nava  van her du xetên fayê de ye talûke her ku diçe zêde dibe. Erdhejên vê dawiyê ji ber enerjiya kombûyî û şikestinên faya Rojhilatê Anadolûyê çêdibin. Girîngiya derketina enerjiya kombûyî ya hêdî hêdî gelek e. Bi saya van erdhejên biçûk,  erdhejên mezin çênabin.’’


HEWCE YE GEL TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN

 “A rastî bajar û navçeyên me Kurdan tên paşguhkirin. Ceyhanî  anî ziman ku dewlet li şûna ku tedbîran bigire ji gel re dibêje ‘hûn ji xwe re çareyekê bibînin.’  Ceyhanî ji gel xwest ku li hemberî erdhejê tedbîrên xwe bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Li Colemêrga ku xeteriya erdhejê lê zêde ye, divê gel li dijî erdhejê xaniyên ewle çêbikin. Bi taybetî jî li şûna xaniyên nelihev divê xaniyên li dijî erdhejê yên saxlem bên çêkirin. Divê xaniyên nesaxlem bên valakirin yan jî bên bihêzkirin. Divê mirov xaniyên xwe bidin kontrolkirin. Divê li vê herêmê xaniyên bilind neyên çêkirin. Her wiha divê qadên kombûnê werin eşkerekirin û çenteyên alîkariya ewil werin amadekirin û li hember ihtîmala dereng  hatina alîkariyan gel tedbîrên xwe bistîne.’’