BI DÎMEN

Kurdên li Taxa Newrozê: Dagirkirina malên me beşek e ji polîtîkaya erebkirinê

Kurdên li Taxa Newrozê ya Kerkûkê li dijî hewldanên artêşê yên ji bo dagirkirina malên wan greva xwe didomînin û gotin: “Me bikujin jî, em ji taxê dernakevin.”

Berî du hefteyan, hêzeke artêşa Iraqê êrişî Taxa Newrozê ya Kerkûkê kiribû û daxwaza valakirina 122 malên welatiyên Kurd kiribû ku di serdema rejîma Beesê de hatibûn avakirin. Artêşê navê wan malbatan tomar kir ku di van malan de ne û ji wan daxwaz kir ku bi zûtirîn dem malên xwe vala bikin.

Encûmena berê ya parêzgeha Kerkûkê qanûnek derxistibû û li gorî vê qanûnê hemwelatî dikarin di van 122 xaniyan de bimînin heta ku hikûmet wan qerebû dike, lê artêşa Iraqê êrişî taxê kir û dest danî ser malên wan. Piştî vê yekê gelek xwepêşandan çêbûn û hin wezîr û parlamenterên Kurd bertek nîşan dan. Her wiha xelkê taxê jî nexwest ku taxa xwe biterikîne û alozî li gel leşkeran derketin. Xelkê ji bo şermezarkirina vê yekê li taxê çadirên grevê vedan û çalakiya wan didome.

Şêniyên Taxa Newrozê ya Kerkûkê li ser hewldana derxistina wan û desteserkirina malên wan ji aliyê artêşa Iraqê ve ji ANF’yê re axivîn.

Têkildarî dorpêç û hewldanên derxistina Kurdên Taxa Newrozê ji malên wan ji aliyê artêşa Iraqê ve yek ji nûnerên taxa Newrozê Hêmin Qasim ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Hêzên artêşa Iraqê saet şeşê sibehê bi hinceta ku ev erd di wexta rejîma Beesê de yên artêşa Iraqê bûne, Taxa Newrozê dorpêç kir. Lê di rastiyê de ev erd yên şaredarî û Wezareta Darayî ne. Dema ku artêşa Iraqê hat taxê, şeş xanî dihatin nûjenkirin. Leşkeran ev yek firsend zanî û mal dagir kirin, wesayîtên leşkerî derbasî nava malan kirin û leşker di nava malan de bi cih kirin.”

“ARTÊŞ HEWL DIDE EREBAN DI VAN MALAN DE BI CIH BIKE”

Welatiyê Kurd ê Taxa Newrozê da xuyakirin ku artêşa Iraqê hewl dide Ereban ji derve bîne û wan di malên Kurdan ên dagirkirî de bi cih bike û wiha got: “Malên ku xwediyên wan ne li malê bûn, artêşê hewl da Ereban ji derve bîne û li wan xaniyan bi cih bike. Ev yek ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin û di navbera gelê taxê û hêzên artêşa Iraqê de alozî û pevçûn derketin. Piştre jî ji bo aramkirina rewşê, fermandeyê polîsê Kerkûkê hat û soza vekişandina artêşê da, lê soza wî nehat cîbicîkirin û berevajî vê yekê, niha polîs di nav malên dagîrkirî de bi cih bûne.”

“EM DAXWAZA PIŞTGIRIYÊ JI KURDÊN DILSOZ ÊN KERKÛKÊ DIKIN”

Her wiha Hêmin Qasim got: "Nûnerên Kurd ên li Bexdayê ji rewşê agahdar in û me hemû belge berhev kirine ku ev xanî ne yên Wezareta Parastinê ne. Ev çend roj in em di grevê de ne û ji Kurdên dilsoz ên Kerkûkê daxwaz dikin ku ji bo bidawîkirina rewşa leşkerî ya taxa Newrozê bi me re bibin yek."

“HEWLA EREBKIRINA TAXÊN DIN ÊN KURDAN JÎ TÊ DAYÎN” 

Hêmin Qasim bal kişande ser hewlên berdewam ên rêveberiya Ereb a ferzkirî û got: “Bê guman ev hewl beşek e ji proseya erebkirina nû. Duh li navçeyên Segeran û Pelkane û Topzane hewla erebkirinê dihate dayîn, îro jî proseya erebkirinê hatîye nav bajêr, li Taxa Newrozê erebkirin berdewam e. Eger em rê li ber van hewlan negirin, dê sibe du sibe hewla erebkirina taxên din ên Kurdan jî bê dayîn.”

“KOMEK EFSER Û RAYEDAR DIXWAZIN VAN XANIYAN JI BO XWE DAGIR BIKIN”
    
Ciwanekî taxê der barê sedema hedefgirtina taxê de wiha got: “Taxa Newrozê niha di nav dilê bajêr de cih digire û cihê wê cihekî stratejîk e. Her wiha rûberê xaniyan 600 metre ye û vê yekê jî wisa kiriye ku komek efser û rayedar çav berdin van xaniyan û dixwazin van xaniyan ji bo xwe dagir bikin. Eger na, ji hêla qanûnî ve tu belgeyek nîn e ku ev xanî milkê Wezareta Parastinê ya Iraqê bin”

“EM Ê BI HÊZA XWE ARTÊŞÊ JI TAXA XWE DERXIN”

Hêmin Qasim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bê guman em ê li ser grevê berdewam bin. Xelkê taxê ji sala 2003’an ve vegeriyaye bajarê xwe û yekgirtî ye, di gelek mijaran de piştevaniya hev dikin û di vê mijarê de jî em hemû yekhelwest in û heta ku ev mijar neyê çareserkirin, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Eger neyê çareserkirin, em ê bi hêza xwe artêşê ji taxa xwe derxin.”

“EM XELKÊ BAJÊR Ê RESEN IN”

Şênîyekî din ê Taxa Newrozê Osman Enwer jî ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Em xelkê bajêr ê resen ku koçber bûbûn, piştî azadkirin Iraqê û rûxîna rejîma Beesê, em vegeriyan bajarê xwe û em li vir rûniştin. Xaniyên wiha li seranserî Iraqê hene. Rejîma Beesê erd dagir dikirin û dikirin xanî. Li gorî qanûnê ev xanî milkên Wezareta Darayî ne û tu têkilîyeka wan bi Wezareta Parastinê re tune ye.”

“EV YEK BEŞEK E JI SIYASETA EREBKIRINA KERKÛKÊ”

Osman Enwer li ser siyaseta erebkirinê jî wiha got: “Pêwîst e partiyên Kurdan piştgiriya me bikin. Rêveberiya niha dixwaze van xaniyan dagir bike. Bê guman ev yek beşek e ji siyaseta erebkirinê. Bi sedan xaniyên din li derdora me hene ku bi awayekî neqanûnî hatine avakirin û pirsgirêka tu aliyekî bi wan re tune ye, ji ber ku ne Kurd in. Lê belê Taxa Newrozê ji ber ku Kurd in, daxwazê ji me dikin ku em xaniyên xwe vala bikin. Aliyên Kurd hewl didin bi rêya qanûnî pirsgirêkan çareser bikin.

“ME BIKUJIN JÎ, EM JI TAXÊ DERNAKEVIN”

Osman Enwer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me bikujin jî, em ji taxê dernakevin. Me du nifş li vê taxê mezin kirine. Em bi tu awayî taxa xwe vala nakin, tu tişt vê yekê qerebû nake. Kesên ku li vir rûdinin, xelkê bajêr ê herî resen in. Bo nimûne pêşiyên min pênc sed sal berî niha li vî bajarî jiyane. Niha jî Ereban ji navend û başûrê Iraqê tînin û dixwazin li vir bi cih bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Heta ku me nekujin, nikarin xaniyên me dagir bikin.