BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê operasyoneke din a şoreşgerî weşand

Gerîla TV dîmenê Oparasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş weşand. Di operasyona şoreşgerî de 18 dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Dewleta Tirk windahiyên xwe careke din eşkere nekir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş ku sala 2023'an hate kirin, ev agahî dabû:

"Li herêma Zapê;

23'ê Kanûnê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li hemberî dagirkerên li ser du giran ji sê baskan ve Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş hate destpêkirin. Operasyona şoreşgerî ji sê baskan ve bi xweberdana nava dagirkeran destpê kir. Baskê destpêkê kete nava dagirkerên li çeperan û bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li dagirkerên li çeperan xist. Baskê duyemîn ê operasyonê jî 3 çeper bi temamî îmha kir û kete nava çeperan. Çûn ser cenazeyên 3 dagirkeran û çekek nîv otomatîk a BKC, çekek ferdî ya MPT-55 û dûrbîneke çekê desteser kirin.

Baskê duyemîn ê operasyona şoreşgerî bi bombeyên destan, çekên ferdî û nîv otomatîk li çeper û konên dagirkeran xist. Li vê derê 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerekî birîndar bû neçar ma dest ji çeperan berde û bireve. Her wiha 3 çeper û 4 kon bi temamî hatin îmhakirin.

Baskê sêyemîn ê operasyona şoreşgerî jî bi çekên nîv otomatîk li kamelya, kon û çeperên dagirkeran xist ku dagirker lê km bûbûn. Di encamê de kamelya bi temamî îmha bû û 12 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse jî hate îmhakirin.

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş de bi giştî 18 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Ji ser dagirkerên hatin cezakirin çekek nîv otomatîk a BKC, çekek ferdî ya MPT-55 û dûrbînek li ser çekê hate desteserkirin. Her wiha 6 çeper, 4 kon, kamelyayek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. Hêza dijmin a li ser herdu girî ku operasyona şoreşgerî li hemberî wan hate kirin, bi temamî hate tasfiyekirin, dagirkerên mayî jî neçar man ku birevin. Piştre herdu girên ku cenazeyên dagirkeran lê bûn, ji bo nekeve bin kontrola hêzên me, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi giranî hatin bombekirin.

Hêzên me yên gerîla ev operasyona şoreşgerî bêyî ku windahiyan bide bi serketî pêk anîn û diyarî yek ji fermandarên kedkar û pêşeng ên Zapê hevrêya me Melsa Mûş kirin."