BI DÎMEN

Komel Sermed: Divê tapûyên xelkê taxa Newrozê bêne dayin

Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed xwest pirsgirêka li taxa Newrozê ya Kerkûkê bi rengekî mayinde bê çareserkirin û xwest, tapûyên xelkê taxê ji wan re bê dayin.

Berî du hefteyan, hêzeke artêşa Iraqê êrişî Taxa Newrozê ya Kerkûkê kiribû û daxwaza valakirina 122 malên welatiyên Kurd kiribû ku di serdema rejîma Beesê de hatibûn avakirin. Artêşê navê wan malbatan tomar kir ku di van malan de ne û ji wan daxwaz kir ku bi zûtirîn dem malên xwe vala bikin.

Encumena berê ya parêzgeha Kerkûkê qanûnek derxistibû û li gorî vê qanûnê hemwelatî dikarin di van 122 xaniyan de bimînin heta ku hikûmet wan qerebû dike, lê artêşa Iraqê êrişî taxê kir û dest danî ser malên wan. Piştî vê yekê gelek xwepêşandan çêbûn û hin wezîr û parlamenterên Kurd bertek nîşan dan. Her wiha xelkê taxê jî nexwest ku taxa xwe biterikîne û alozî li gel leşkeran derketin. Xelkê ji bo şermezarkirina vê yekê li taxê çadirên grevê vedan û çalakiya wan didome.

Li ser hewlên artêşa Iraqê û proseya erebkirina Kerkûkê Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed ji ANF’yê re axivî.

“DERXISTINA KURDÊN TAXA NEWROZÊ JI MALÊN WAN ARMANCEKE SIYASÎ LI PIŞT E”

Li ser alozî û pirsgirêkên li Taxa Newrozê Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed wiha got: “Pirsgirêka Taxa Newrozê li Kerkûkê ne pirsgirêkeke nû ye, lê di van salên dawî de gelek caran bi hincetên qanûnî bi ser taxê de diçin. Rast e, beşeke wê qanûnî ye, lê armanceke siyasî li pişt wê heye.”

“DI WEXTA REJÎMA BEESÊ DE EV XELK HATIBÛ KOÇBERKIRIN”

Komel Serhed li ser rewşa taxê û rûniştiyên wê ev tişt anîn ziman: “Ew kesên ku li vê taxê dijîn, xelkê resen ê vî bajarî ne û di dema rejîma Beesê de ji bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê hatibûn veguhastin û malên wan hatibûn hilweşandin û talankirin, wekî wan gundên derdora Kerkûkê yên ku di dema rejîma Beesê de hatin şewitandin û şêniyên wan hatin veguhastin.

Li ser dîroka pirsgirêka Taxa Newrozê Komel Serhed wiha got: “Piştî rûxîna rejîma Beesê di sala 2003’yan de xelk vegeriya bajarê xwe û di sala 2005’an de biryara qerebûkirina wan derket, lê nehate cihbicihkirin. Gelek caran xelkê daxwaz kiriye ku pirsgirêka wan çareser bikin û wan qerebû bikin û xaniyên wan tapû bikin, lê tu tişt nehatiye kirin.”

“XELKÊ TAXÊ JI BO PARASTINA KERKÛKÊ GELEK ŞEHÎD DANE”

Li ser rola Kurdên Taxa Newrozê di parastina asayiş û aramiya Kerkûkê de ev tişt anîn ziman: “Divê em ji bîr nekin ku ew Kurdên ku li vê taxê dijîn, di parastin û aramiya bajarê Kerkûkê de roleke wan a girîng hebûye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û gelek şehîd dane. Hemû kesên ku li Taxa Newrozê dijîn, berê hatibûn koçberkirin lê piştî rûxîna rejîma Beesê vegeriyan bajarê xwe.”

“ARMANCA VAN HEWLÊN ARTÊŞA IRAQÊ EREBKIRINA KERKÛKÊ YE”

Komel Serhed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha artêş bi hinceta ku ev xanî milkên Wezareta Parastinê ne, diçe ser vê taxa Kurdan û daxwaz dike ku xelk xaniyên xwe vala bike. Xaniyên wiha li seranserî parêzgehên Iraqê hene ku rejîma Beesê ji bo efserên xwe ava kiribûn. Lê belê pirs ev e çima ew naçin ser wan taxên parêzgehên din ên Iraqê lê tên ser Taxa Newrozê? Diyar e ku armanca van hewlên artêşa Iraqê erebkirina Kerkûkê ye. Me wek Tevgera Azadî di vê mijarê de hişyarî da.”

Komel Serhed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:  “Em wek Tevgera Azadiyê daxwaz dikin ku ev pirsgirêk bi awayekî mayinde bê çareserkirin. Bi fikira me ev pirsgirêk bi sozên nerast nayê çareserkirin. Bi sozên nerast pirsgirêk bi awayekî demkî tê sekinandin lê piştî demekê artêşa Iraqê bi hinceteke din vedigere ser Kerkûkê. Li gorî me tekane çareserî ew e ku kesên ku di van xaniyan de dijîn, ev xanî li wan bêne tapûkirin yan jî bi awayekî baş bêne qerebûkirin da ku bikarin li dereke din ji xwe re xaniyan bikirin.”