Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man

Li navçeyên Farqîn û Bismilê yên Amedê hilbijartin ji tûra duyemîn re man. Li Peyasê jî hejmartina dengan berdewam dike.

Tûra ewil a pêşhilbijartinên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê li dar xistin bi temam bûn. Li navçeyên Farqîn, Bismil û Peyasê yên ji ber pirsgirêkên teknîkî hilbijartin taloqî îro hatin kirin, sindoq vebûn.

Li Farqîna ku tevahiya rojê eleqeyeke zêde lê hebû 5 bernamzetên jin 8 yên mêr ketin pêşbirkê. Di encama hilbijartinê de Kadrî Esen ê 326 deng wergirtin û Mehmet Kaydû yê 278 deng wergirtin û Naşîde Toprak a 334 deng wergirtin û Sevîm Bîçîcî ya 319 deng wergirtin ji tûra duyemîn re man.

Di hilbijartinên li Eywana Dawetê ya Zal a navçeya Bismilê hatin kirin de 4 bernamzetên jin 10 yên zilam ketin pêşbirkê, di encama hilbijartinê de Gulsum Ozturk a 210 deng wergirtin û Mizgîn Ekîn a 439 deng wergirtin û Guven Tanrikûlû yê 328 deng wergirtin û Orhan Ayaz ê 277 deng wergirtin ji tûra duyemîn re man.

Li Peyasê jî sindoq saet di 20.00’an de hatin girtin û li wir hejmartina dengan berdewam dike. Tê payîn ku di saetên serê sibê de encam diyar bibin.

Li navçeyan hejmartina dengan a ji bo bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî didomin.