YRK: Dewleta Tirk hewl dide bi nûçeyên derewîn têkçûna xwe veşêre

YRK'ê ragihand ku hevrêyê wan Rêdûr Baz beriya niha bi demekê şehîd bû, lê belê dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêre, mîna ku nû şehîd ketiye, xistiye rojevê.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YRK'ê bi vî rengî ye:

"Tirkiye bi propagandayên derewîn dixwaze têkçûna xwe veşêre.

Dewleta dagirker a Tirk û artêşa wê ya têkçûyî piştî gurzên gerîla ketiye nav aloziyeke kûr û ji bo ku têkçûnên xwe yên di eniyên şer de li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurk, Metîna û Amêdiyê veşêre û di heman demê de ji bo ku raya giştî ya Tirkiyeyê berevajî bike û moralê leşkerên xwe yên têkçûyî bilind bike, dest bi propagandayeke reş  kiriye.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hatina demsala sermayê û berfa zivistanê re çalakiyên xwe yên li dijî artêşa dagirker a Tirk li herêmên şer berfireh kirin û di zincîreçalakiyên nû yên gerîlayan ên di 11 û 12’ê vê mehê de ku li herêma Amêdiyê pêk hatin, gurzên kujinde li leşkerên Tirk weşandin û di operasyoneke berfireh û bahozî de forsa dewleta Tirk şikandin û 61 leşker û jendermeyên Tirk ji bo gel ceza kirin û ev operasyona gerîlayan di bin navê Operasyona Şehîd Helmet Dêrelûk de hate lidarxistin. Lê belê dewleta dagirker a Tirk û artêşa wê ya têkçûyî careke din bi veşartina hejmara kuştî û birîndarên xwe ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê, tenê li kuştina 9 leşker û jendermeyên xwe mikur hat û Encumena Ewlekariyê ya Neteweyî ya Tirk di civîneke awarte de biryar da ku êrişên xwe yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam bike. Di vê çarçoveyê de, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk û çapemeniya ser bi dewleta Tirk û saziya îstîxbaratê ya wî welatî "MÎT" bi armanca nixumandina rastiyan çend ji wan hevalên me yên gerîla ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, mîna ku di operasyona nû ya dewlet û artêşa Tirk de şehîd bûne, di çapemeniya xwe de diweşînin û vê yekê jî bi hewla hevpar a artêş û îstîxbarata Tirk bi nav dikin û dixwazin raya giştî bi vî rengî berevajî bikin û hejmara rasteqîne ya kuştiyên xwe ji gelên Tırkiyeyê veşêrin.

Hevalê me yê şehîd Hesen Sebûrî naskirî bi Rêdûr Baz, şehîdbûna wî di 6’ê Berfanbarê de di daxuyaniya fermî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê de hatibû belavkirin. Dewleta Tirk û çapemeniya dewleta Tirk dîsan di heman çarçoveyê de navê hevalê me yê şehîd Hesen Sebûrî belav dikin ku qaşo di êrişên wan ên nû da hatiye şehîdkirin. Berî niha jî dewleta Tirk û saziyên wê yên leşkerî û îstixbarî yên şerxwaz gelek nûçeyên nerast ji bo berevajîkirina rastiyan belav kiribûn. Ev yek karekî dewleta Tirk ê hertimî ye.

Divê gelê me û raya giştî ya Kurdistanê û saziyên çapemeniyê baş bizanin ku ew hewla dewleta Tirk a dagirker a ji bo berevajîkirina raya giştî nikare piçekî jî nirxê çalakiya dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê kêm bike. Gurzên mezin ên gerîlayan jî dewleta Tirk tûşî hîsteriyê kiriye. Her wiha divê raya giştî ya gelê me li hember wan hewlên berevajîkar ên dewleta faşîst a Tirk ên li ser Kurdistanê hişyar be û bi xwerêxistinkirin û xurtkirina rêzên xwe bersiveke mîna bersiva gerîlayan bidin dijmin û dagirkeran. Her wiha ciwanên Kurd jî bi xwedîderkertina li gerîla û çalakiyên wan tev li nav refên gerîlayan bibin û bibin keleh û piştevaniyeke bihêz ji bo xwişk û birayên xwe yên di eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de."