Li 2 navçeyên din ên Wanê namzetên hevşaredariyan diyar bûn

li navçeyên Wanê namzetên ku di tûra duyemîn a dengdanê de herî zêde deng bi dest bixin wê bên diyarkirin. Li Qelqeliyê jî dê roja Çarşemê tûra duyemîn bê lidarxistin.

Di pêşhilbijartinên ku di 13 û 14’ê Çileyê de li bajarên Serhatê pêk hat de gelek delegeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dengê xwe dan. Delegeyan namzetên xwe yên ji bo tûra duyemîn a pêşhilbijartinên duh hatin lidarxistin diyar kirin. Li aliyê din li navçeyên Payîzava, Qelqelî û Bêgirî (Muradiye) yên Wanê ji ber ku di tûra yekemîn de bendava 50+1 derbas nebû, hilbijartin ji bo tûra duyemîn hat taloqkirin.

PAYIZAVA

Di pêşhilbijartina ku li navçeya Payîzava hat kirin de Mehmet Tahîr Ertaş 107 û Fesîh Sonmez jî 57 deng stendin. Îro saet 12’an tûra duyemîn a dengdanê hat kirin. Di pêşhilbijartinê de Mehmet Tahîr Ertaş herî zêde deng wergirt. Namzeta jin wê dawiyê were diyarkirin.

BÊGIRÎ

Di tûra duyemîn a ku li navçeya Bêgiriyê hat lidarxistin de Bariş Yilmaz bû namzetê tûra duyemîn. Namzetên hevserokatiya jin wê dawiyê bê diyarkirin.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqeliyê di tûra yekem a dengdanê de Ecevit Ceylanci 86 û Yakup Hakanoz jî 67 deng stendin. Dema ku pêşhilbijartin derbasî tûra duyemîn bû, hat diyarkirin ku tûra duyemîn wê roja Çarşemê bê kirin. Namzeta jin wê dawiyê bê diyarkirin.