Tekçe: Em ê destketiyên gel, bi gel re bistînin

Viyan Tekçe ya namzeta Hevşaredara Colemêrgê ya DEM Partiyê, bal kişand ser desteserkirina qeyûman û got, em ê destketiyên gel, bi gel re bistînin.

Namzeta Hevşaredara Colemêrgê ya DEM Partiyê Viyan Tekçe got: “Ev pêşhilbijartin ne pêşbirka me ya bi hevalên me re bû. Têkoşîna me ya hevpar li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina îradeyê ye."

Li Colemêrgê di referandûma ku di 14 û 15'ê Çileyê de pêk hat, Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş weke Hevşaredarên Şaredariya Colemêrgê hatin hilbijartin. Tekçe anî ziman ku ew ê li gel jinan li dijî desteserkirina qeyûman û zîhniyeta ku dijminahiya jinan dike li ber xwe bidin.

Viyan Tekçe di sala 1995’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Ji lîseyê der çûye, zewicî ye û zarokek wê heye. Tekçe ya Hevseroka Colemêrgê ya Partiya Çep’ê ev yek anîn ziman: ‘’Me li Colemêrgê 3 parlamenterên xwe bi emcamên dengdanê yên gelekî bilind şandin meclisê. Min beriya serîlêdana namzetiyê di xebatên li bajar û navçeyên partiya de kar dikir. Min ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê  de di partiya xwe de wekî bernamzet serlêdana xwe kir.’’

Tekçe anî ziman ku bi 3 hevalên xwe yên jin re beşdarî hilbijartina pêşwext bûne û axaftina xwe wiha dewam kir: ‘’Min dengê piraniya delegeyên me girt û ez hatim hilbijartin. Ev hilbijartin ne pêşbirka me ya bi hevalên me re bû. Têkoşîna me ya hevpar li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina îradeyê ya 31’ê Adarê ye. Di vê pêvajoyê de bi taybetî em weke hevalên jin me hemûyan piştevaniya hev kir. Bi vê hevgirtinê em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li dijî zîhniyeta ku dijminahiya jinan dike li gel hev li ber xwe bidin û em ê deskeftiyên gel, bi gel re bistînin.’’