Rojbîn Bor: Divê qeyûm ji holê bê rakirin

Ji damezrînerên Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor got, "Divê qayûm ji holê bê rakirin, astengiyeke ku divê bê derbaskirin û navê rêveberiyeke xerab e ku divê mirov li pey xwe bihêle."

Yek ji endamên damezrîner ê Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor ji ANF’ê re axivî û da xuyakirin ku qeyûm navê înkar, qedexe, gendelî, xizanî û suîstîmalê ye.

Bor, da zanîn ku di sala 2016’yan li Wanê Rewşa Awarte hatibû ragihandin û got, “Rewşa Awarte bandoreke mezin li civaka sivîl kir. Faktorên mîna zêdebûna komele, weqf û saziyên çapemenî/weşanê yên di vê serdemê de hatin girtin, binpêkirina mafên mirovan û tayînkirina qeyûman li şaredariyan, qedexeyên giran danîn ser xebatên civaka sivîl ên li Wanê. Bi Rewşa Awarte re mirov dikare bibêje ku tevlîbûna demokratîk û vegotina perspektîfên cuda zehmet bû û bandorek mezin li civaka sivîl ya li Wanê kir. Tayînkirina qeyûman bi taybetî bandoreke neyînî li têkoşîna jinê kir. Li Wanê tenê 52 saziyên jinan, bi destê qeyûm hatin girtin. Navendên şêwirmendiyê yên jinan û stargehên jinan ên li her navçeyê hatin girtin. Mêr weke seroka daîreya polîtîkaya jinê hatin wezîfedarkirin. Navendên jiyanê yên jinan û atolyeyên pîşeyî yên jinan ên li van navendan bêfonksiyon hatine kirin. Rêxistinên jinan û saziyên sivîl bi hatina qeyûman re di berdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan de zehmetî kişandin. Tayînkirina qeyûman tevlîbûna demokratîk û xebatên jinan ên di jiyana civakî de bisînor kir. Lê hemû astengî û hiqûqa dijmin a di dewrê de, berovajî tirsandina jinê, rê li ber keşifkirina rêbazên din ên rêxistinbûnê jî vekir. Îro êrîş çiqasî mezin bibin jî em dibînin ku li hemberî wan êrîşan damarên me yên berxwedêr mezin dibin û pêş dikevin.

Erka me ya li dijî rejîmên qeyûm diyar e; Em ê destûrê nedin ku ev sîstema zordar jinê hê bêhtir paşve bibe. Em ê bi biryardarî têkoşîna ji bo wekheviya zayendî xurt bikin, mafên jinan biparêzin û weke jin cardin di rêveberiyên herêmî de roleke aktîf bigirin. Erka me ya sereke ew e ku em li dijî qeyûman bisekinin û bi perspektîfa azadîparêziya jinê ji bo demokrasî û azadiyan têbikoşin.”

‘XWEDIYÊ RASTÎN YÊN VÎ BAJARÎ HENE’

Bor, xebatên qeyûmê yên li Wanê weke dagirkerî pênase kir û wiha dewam kir, “Ji ber dizanin ku wê ti carî bi hilbijartinê li vir bi ser nekevin, bi taybet berî hilbijartinê heta ji destê wan tê talanê dikin, wêran dikin, difroşin û hildweşînin. Xwediyên rastîn yên vî bajarî hene. Ew li vir in û wê teqez dawî li qeyûm û hilweşîna qeyûm bîne û Wan vegerîne rastiya bajarekî adil û bi hêvî ku heq dike.

Divê muxalefeta civakî di serî de li ser esasê yekgirtin û hevgirtina li ser esasê nirxên demokratîk, mafên mirovan û rêgeza edaleta civakî were meşandin. Di demên borî de muxalefeta civakî li dijî polîtîkayên zextê û binpêkirina mafan hewl da dengê xwe bilind bike. Gelek faktor hene ku serkeftina muxalefeta civakî diyar dikin. Di vê xalê de girîng e ku aktorên siyasî li hev bicivin, yekîtî û hevgirtinê xurt bikin, bi têkiliyek stratejîk ya bi bandor bigihên gel û nifşê ciwan û medya civakî bi rengekî çalak bi kar bînin. Her wiha divê bi têkoşînên hiqûqî yên li gorî nirxên demokratîk bên destekkirin û dengê xwe li qada navneteweyî bidin bihîstin. Her pêvajoyeke siyasî xweseriyek wê heye. Ji bo serkeftinê dînamîkên guherîner girînge.” 

Bor, got qeyûm navê înkar, qedexe, gendelî, xizanî û suîstîmalê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Me siyaseta qeyûm ji gelê xwe re rave kir û em ê vê yekê bidomînin. Em dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em pêwîstiyên gelê xwe dibînin û çareseriya wê dizanin. Hem di asta siyasetê de hem jî di asta xizmetê de... Ji bo derbaskirina vê sîstemê kadro, proje û feraseta me ya rêveberiyê heye.”