BI DÎMEN

'Hevrê Sara li dijî pavşerûtiyê bû bersiva herî xurt'

Gerîlayên HPG'ê Çiyager Amed û Kamûran Amed şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Hevrê Sara li hemberî paşverûtî û qirêjiya pergalê bû bersiva herî xurt.

Gerîlayên HPG'ê Çiyager Amed û Kamûran Amed bi wesîleya salvegera 11'an a Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Çiyager Amed di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: "Di salvegera 11'emîn a komkujiyê de heval Sara, Fîdan û Leyla bi bîr tînim. Cihê heval Sara di nava têkoşîna me de pir girîng e. Wekî gelê welatparêz û hevalên me jî dizanin, keda ku Heval Sara daye, niha di nava têkoşînê me de di asta herî bilind de ye. Dema Heval Sara tê gotin, têkoşîn tê bîra me. Ji ber ku hem di nav civakê de hem jî di nav rêxistine de li hemberî paşverûtiyê û qirêjiya pergalê  di asta herî bilind de cihê meşandina têkoşînê bû. Heval Sara di salên 80’yî de dema dixwaze bi awayekî profesyonel têkoşînê bimeşîne, Rêber Apo û hevalên Rêber Apo nas dike û wisa tevlî rêxistinê dibe. Vê demê civaka me di nav paşverûtiyekê de bû û qirêjiya pergalê pir zêde bû. Wekî her tim pergalê dixwest ku qirêjiya xwe derbasî civakê bike. Li hemberî van paşverûtiyan û li hemberê van qirêjiyan Sara bersiva herî xurt bû. Esat Oktayê ku di zindana Amedê de temsîliyeta pergala paşverû û qirêj dikir di şexsê Şehît Sara de dixwest ku jinan têk bibe. Heval Sara bi têkoşîna xwe ya herî bilind bersiva herî xurt da pergala qirêj û van kesayetên paşverû. Em dizanin ku Heval Sara cihê serbilindî û serhildanê bû. Heval Sara çalakvan bû, hem dikir hem dida kirin. Niha hevalên jin ku di çeperên şerê tunelên Zap Metînayê de temsîliyeta Heval Sarayê dikin. Hêza ku ji şexsê Heval Sarayê girtine, bersivê didin dagirkeran û şer dikin. Çalakiya ku Heval Sara û Heval Rûkenê ya ku li Mersîne pêk anîn, hêza xwe û bîngeha xwe ji Heval Sarayê girtîbû. Heval Sara ji Dersîmê ye û taybetmendiyên Dersîmê ya berxwedêr esas girtibû. Wekî çiyayên xwe wekî Munzûrê asî bû. Heval Sara jî li hemberî van kontrayan li hemberî yên ku serî ditevînin û yên ku vê pergalê qebûl dikin, têkoşîneke ku di asta herî bilind de dimeşand. Em jî weke hevalan şopdarê Heval Sarayê ne. Em şopdarê serhildana wan in.’’

Gerîla Kamûran Amed wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘‘Di serî de em şehîdên xwe yên mezin Şehît Sara, Şehît Leyla û  Şehît Fîdanê kedên wan têkoşînên wan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Em bi xwe Heval Sarayê re nejiyayîne.  Hîsiyata Heval Sarayê em nikaribin bînin ziman. Lê keda ku Heval Sarayê daye û berhemên wê heya niha jî berdewam e. PKK’ê teşeyên xwe yen yekem bi Heval Sarayê re girtiye. Me bi riya ragihandinê Heval Sara dişopand. Malbata me ne malbateke welatparêz bû lê heyrantiya wan ya  li hemberî Heval Sara pir bû ku wisa bala min jî dikişand. Bi taybetî ji Dersimî bûyîna wê û Dimilî bûyîna wê di nava têkoşînê de girîngiya wê pir e. Hîn di zarokatiyê de min dişopand û min dixwest ez fêm bikim. Jidiliya ku li hemberî partî û têkoşînê ku di zindana Amedê de meşandiye, di 14 Tîrmehê de jî bi awayekî aktif cihe xwe girtiye û di vê têkoşînê de di asta herî bilind de têkoşîn meşandin pir bi nirx e. Di nav PKK’ê de manewiyata Heval Sarayê pir cuda ye û ciheke wê yê pir cuda heye. Serokatî pir girîngî dida Heval Sarayê. Dema em Rêbertî temaşe dikin em nêzîkatiyên Serokatî ya ku nişanî Heval Sara dide ya bi rêz û bi nirx dibînin. Serokatî dixwest ku her tim Heval Sara di pêş de biçe. Bingeha artêşbûyîna jinan jixwe bi Heval Sara re tê avetin. Ji ber ku weke jineke ku destpekê tevlî vê têkoşînê bûye. Yanî pêşenga me hemûyan e. Baş tê bîra min, Serokatî ji Heval Sarayê re gotibû: ‘Tu dikarî bibî Seroka giştî ya tevgara jinan.’ Dema me temaşe dikir me nêzîkatiyên Serokatî yên li hemberî Heval Sarayê didît. Ked û berhema Heval Sarayê ya li Botanê heya Başûr heya haya Serokatî jê hebû. Heya niha jî em berhemên vê kedê dibînin.  Heval Sara, Goyî û Heval Rûken jî berhemên Heval Sarayê ne. Demeke pir direj di nav têkoşînê de bû û gelekî aktîf bû. Niha jî dost û welatparazên ku tevlî meşan dibin, li ser medyayê propagandaya me dikin, hemû berhem û keda Heval Sarayê ne. Pênasekirina wê ji bo me pir zehmet e û em nikarin tam pênase jî bikin. Gotina hin tiştan zehmet eî yek ji van jî kesayeta Heval Sarayê ye.  Çawa em nikarin 14’ê Tîrmehê bînin li ser ziman, em nikarin ked û berhemên Heval Sarayê jî nikarin bînin li ser ziman. Heya niha jî behsa hevaltiye wê tê kirin. Lê ger mirov bi Heval Sarayê re bijîyaye wê demê me yê bikariya hinekî behsa wê bikira. Ji ber ku ked nayên li ser ziman.’’ 

Gerîla Kamûran axaftina xwe wisa bi dawî kir: ‘’Em dibêjin ku Heval Sara çi dibe bila bibe, em te ji bîr nakin. Têkoşîna ku te daye meşandin me xurttir dike. Çiqas ji destê me tê em ê hîn xurtir bikin, em şopdarê rêya te ne û em mînetdarê te ne.’’