BI DÎMEN

Partiyên Kurdistanî: Divê ji binpêkirinên artêşa Iraqê re sînorek bê danîn

14 alî û partiyên siyasî bertek nîşanî dorpêça artêşa Iraqê ya li Taxa Newroz a Kerkûkê dan û gotin: “Divê ji binpêkirinên artêşa Iraqê re sînorek bê danîn."

Di 2’ê mehê de hêzeke artêşa Iraqê Taxa Newroz a Kerkûkê dorpêç kir û ji nîştecihê taxê xwest ku xaniyên xwe vala bikin û xaniyên xwe bidin leşkerên artêşa Iraqê. Xelkê taxê ev hewla dagirkirina artêşa Iraqê qebûl nekir û ji ber vê yekê alozî derketin û du hefte ne ku xelkê taxê dest bi grevê kiriye.

Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, YNK, PDK Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Tevgera Demokrasiyê ya Gelê Kurdistanê, Hevpeymaniya Niştimanî, Partiya Paşverû ya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgeriyê û Tevgera Newey Niwê ji bo piştgirîkirina rûniştiyên Taxa Newrozê daxuyaniyek belav kirin û diyar kirin ku ew bi xelkê taxê re ne û wan tenê nahêlin.

Partî û aliyên siyasî anîn ziman ku pêwîst e aliyên serkeftî yên Hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo pêkanîna encumena parêzgeha bajêr lez bikin da ku dawî bi vê rewşa leşkerî ya li Kerkûkê bê anîn.

Li ser navê hemû partî û aliyên siyasî Rewend Mela Mehmûd wiha got: “Em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem ew hêza artêşa Iraqê ku taxa Kurdan dorpêç kiriye, paşve vekişe û dawî bi tirsandina xelkê taxê bîne. Her wiha em daxwazê ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê dikin ku bi awayekî cidî ji bo vê rewşê bixebitin û bi rêya aliyên peywendîdar ji bo binpêkirinên artêşa Iraqê yên li Kerkûkê sînorekî daynin.”