BI DÎMEN

TAJÊ civîna xwe ya sala 2023’yan li dar xist

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya hemû komîte û endamên xwe civîna xwe ya salane li dar xist.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdarbuna tevahî komîte û endamên xwe li Meclisa Gel a Komelgeha Gigurê civîna xwe ya salekê lidarxistin. Civîn bi dirûşma 'Bi fikirên Serok Apo em ê bi rêxistina xwe perwerde û yekîtiya jinan, xweseriya Şengalê misoger bikin’ pêk hat.


Civîn ji aliyê berdevka TAJÊ’yê Riham Hico, endama Koordinasyona TAJÊ’yê Neam Bedel û Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê iîham Hesen ve hate birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Pştre berdevka TAJÊ’yê Riham Hico axaftina destpêkê kir.
Riham Hico asta tekoşîna sala 2023’yan nirxand û da zanîn ku heta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê di sala 2024'an de asta tekoşînê mezintir bikin. Riham Hico diyar kir ku ew ê di sala nû de bibin hêz û hêviya hemû jinan û got ku ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên civakê wê kar û xebatên xwe berfirehtir bikin.

Piştî axaftina despêkê perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser jin û civaka Êzidî hate xwedin. Her wiha rapora salekê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û tevahî komîteyên wê hatin xwedin. Piştre xebatên ku nava salê de hatine meşandin ji aliyê pêkhateyê ve hatin nirxandin.

SERHILDANA JIN JIYAN AZADÎ LI HER DERÊ GEŞ BÛ
Jinan diyar kirin ku li hemberî êrîşan berxwedaneke mezin hat meşandin û ev tişt anîn ziman: “Pergala desthilatdar hatiye wê merheleyê ku bi her awayî li ser Rêber Apo, gelên azadîxwaz, gerilayên azadiyê û jinê tecrîd û êrîşên xwe mezin dike. Di vê salê de bi giştî çawa ku polîtîkayên qirkirin û tunekirina fikra azad, jin û jiyanê ranewestiyan, berxwedan û têkoşîna bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî  ‘jî ji çiyayên azad bigire heya tevahî qadên jiyanê her ku çu li dijî pergala desthilatdar geş bû.”

HER TIM ÊRÎŞÎ SER JINAN DIKIN
Di berdewamiya nirxandinan de li ser politikayên ku li dijî civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Ezidî têne meşadin rawestiyan û wiha domandin: “Li dijî civaka Êzidî ji fermanê heya niha bênaveber planên qirêj têne meşandin. Li pêş çavê cihanê her roj êrîşî ser civaka Ezidî tê kirin. Bi taybetî di salên dawî de ji bo ku vîna jina Ezidî bê şikandin bi her awayî êrîşî jinan tê kirin. Lê weke TAJÊ her tim em li dijî van erîşan rawestiyane û me sekna têkoşîna jinên Êzidî nîşan daye.”

JIN WÊ PÊŞENGIYA XWESERIYA CIVAKA ÊZIDÎ BIKIN
Di civînê de hate gotin ku ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd wê ji her demê bêtir têbikoşin û wiha berdewam kir: “Di heman demê de ji bo civaka Êzidî xweseriya xwe bidest bixe wê jin pêşengtiyê bikin. Di heman demê de her çiqasê li Şengalê bi rêxistinbûna jin û civakê mezin bûye û zexta li ser jin kuştin û pirskirêkên civakî kêm bûne. Em ê ji vir şûnde ji bo ku paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya jin û civakê di nava Şengalê de pêk bînin em ê xwe bêtir perwerde, rêxistin bikin û bi erkên xwe rabin.”

MIJARA SEREKE ŞIKANDINA TECRÎDÊ BÛ
Ji beşdarvanên civînê Cîgira Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklîn Hisên derbare civîna salane ya TAJÊ de axivî û wiha got: “Civîna me nirxandina kar û xebatên xwe yên sala 2023’yan kir. Di civînê de mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bû. Weke jinên Êzidî ji bo ku em xebatên ku me di salê de li dar xistine, nebesî û kêmaniyên xwe binirxînin me ev civîn li dar xist. Weke jinên Ezidî û Ereb ji bo sala nû me biryardariya xwe ya li dijî dagirkeriyê bi hêztir kiriye û em ê hemû pirsgirêkên civakê çareser bikin.” 

Di dawiya civînê de plansaziya sala nû ya TAJÊ’yê hate diyarkirin. Plansaziya 2024’an wiha ye:
“Bi pêşengiya TAJÊ li ser asta giştî Şengalê bi wêneyê Rêber Apo zîyerata malan were kirin. Derbarê rastiya Serokatî de semîner bê dayîn. Kampanyaya bi navê “Rêbertî mêvanê mala we ye” bê destpêkirin.
Di çarçoveya pêngava azaiyê de wê li ser navê TAJÊ wê name ji CPT re bên şandin. 
Konê çalakiyê ji bo Azadiya Rêber Apo vedan.
Di meha Sibatê li Şengalê komxebata jinan a ji bo Rêber Apobê lidarxistin.
Bi hemû jinan, fikir û felsefeya Rêbertî bidin naskirin û belavkirin.
Bênavber dewreyên perwedeya akademiyê were vekirin. Armanc ew e ku tu endamek ango jinek bêperewerde nemîne.
Ji bo guhertin û veguhertina mêr, dewreya perwerdeyê ji bo wan were vekirin.
Meclîsa Jinên Ereb were avakirin û xebat bi berfirehî bên rêxistinkirin.
Komîteya çalakiyan bê avakirin û temsîla xwe di giştî de jî diyar bike.
Konferansa Jinên Şengalê di salvgera fermanê de were çêkirin.
Ji bo jinên tên kuştin û xwe dikujin komîteya lêkolînê were avakirin. 
Ji bo jinên ku ji aliyê PDK ve BAC jêre tê çêkirin( ji bo laşfiroşî ) li ser ragihandinê û nav gel de werin teşîrkirin.
Di salvegera fermanê de Însyatîfa Jin a Iraqê were ilankirin.
Di meha Adarê de kampanya jin li ser asta cihanê a bi navê ‘sed deng li hember feminîsîd -yanî qirkirina jin – sed deng  ji bo xwe rêxstinkirin  û xwe parastin’ were îlankirin.
Ji bo qanûna jinan were derxistin komîsyonekê jinan bê avakirin.”