Li Wanê 9 hezar nexweşên narkotîkê xwestin bêne dermankirin

Li Wanê, polîtîkaya belavkirina madeyên hişbir ku ji aliyê çeteyên bi piştevaniya dewletê ve tê meşandin, bandor li hezaran kesî kiriye. Li bajêr 9 hezar kesên ku bi narkotîkê ve hatine girêdan, ji bo tedawiyê serlêdan kirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên Kurdistanê narkotîk û fûhûşê teşwîk dike. Li bajarê ku tê gotin 16 hezar kes madeyên narkotîkê bi kar tînin, polîs dest nadin bazirganên narkotîkê.

Li Wanê tenê sala 2023'an 9 hezar kesên ku madeyên narkotîkê bi kar tînin ji bo bêne dermankirin serî li Navenda Perwede û Dermankirina Bikarhênerên Madde û Alkolê (AMATEM) dan ku di bin sîwana Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê dixebite.

BI DESTÊ CERDEVAN Û NOKERAN TÊ KIRIN

Polîtîkaya teşwîka ji bo narkotîk û fûhûşê ku di dema Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ê berê Suleyman Soylû de destpê kir, êdî veguheriye polîtîkayeke dewletê. Li Wanê di bazirganiya narkotîkê de cerdevan tedarikkar in. Ji ber vê yekê li bendên kontrolê bi rehetî dikarin narkotîkê derbasî nava navenda bajêr û navçeyan bikin. Çend malbatên alîgirê dewletê bi vê zirxa destnedanê ya dewletê, di bazirganiya narkotîk û fûhûşê de roleke girîng dilîzin. Beriya niha di çapemeniyê de belav bû ku Şaredarê Şaxê yê AKP'yî Abdûrrahman Şeylan û hin cerdevanên wî narkotîkê tedarik dikin.

MÎNA KU LI WANÊ NARKOTÎK SERBEST E

Bazirganiya narkotîkê û fûhûş bi hev re têne kirin. Li hin kafeyên li Wanê herdu qirêjî bi hev re têne kirin. Belavkirina narkotîkê jî bi rêya jinên ku tevlî xefika fûhûşê hatine kirin, pêk tê. Kafe û otopark bi taybetî ji bo vê armancê têne bikaranîn. Li Wanê narkotîk li pêşiya dibistanan û li hin kolanên Wanê bi hêsanî tê firotin.

POLÎS Û QEYÛM JÎ DI NAV DE NE

Bazirganiya fûhûşê di bin navê salonên masajê de tê kirin. Bi serkêşiya polîsan di bin navê salonên masajê de bi rengekî legal tê kirin. Li Wan û navçeyên wê ku şaredarî di destê qeyûmên talanker de ne, deverên bi vî rengî dikarin bi hêsanî destûrnameyê werbigirin. Ji ber ku şaredarî wan kontrol nake, weke çiravên ku jin û ciwan têne çikandin, dewam dikin. Par ji ber lihevnekirinê li navçeya Rêya Armûşê serdegirtin li saloneke masajê hatibû kirin û ji ber sûcê 'Fûhûş, navbeynkariya ji bo fûhûşê, teşwîk, peydakirin cih jê re' 2 jê polîs 6 kes hatibûn binçavkirin.

DEWLET MÎNA AMÛREKÊ BI KAR TÎNE

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku rewşa bi heman rengî ne tenê li Wanê, li hemû bajarên Kurdan heye û got, "Li bajarên Kurdistanê narkotîk ji bo tevizandina civakê û qutkirina ji siyasetê weke amûrekê tê bikaranîn. Derd û armanceke wan a ji bo qedandina narkotîkê nîne, kiryarên wan hemû ji bo xapandinê ne. Li xeta Wan, Riha û Amedê em ê çawa li dijî vê narkotîkê têbikoşin ku civak, ciwan, gelê me xistiye nava lepên xwe? Ji bo ciwanên xwe ji belayê narkotîkê rizgar bikin em bang li partiyên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, dayikên xwe dikin ku li dijî van çeteyan têkoşîneke demdirêj û hevpar bimeşînin."