BI DÎMEN

Dayikên Aştiyê yên li Wanê banga hestiyariyê kirin

Dayikên Aştiyê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Wanê ev 44 roj in di nobeda edaletê de ne, banga hestiyariyê kirin.

Nobeda edaletê ya li Wanê berdewam dike ku nobed ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û piştevaniya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî hatiye destpêkirin. Dayikên Aştiyê yên di nobeda edaletê de ne, bang kirin ku bi girtiyên di greva birçîbûnê de yên li girtîgehan hevdîtin pêk werin û daxwazên wan bên qebûlkirin.

'EM JI BO AŞITIYÊ NOBEDA EDALETÊ DIGIRIN'

Sadet Oklû ku ew jî yek ji dayikên Nobeda Edaletê ye ragihand ku ev 44 roj in nobeda edaletê digirin û ev yek anîn ziman: ‘’Zarokên me ev 44 roj in li girtîgehan greva birçîbûnê dimeşînin. Ji vir banga min ew e ku parlamenterên me jî bi girtina nobedê piştevaniyê bidin me. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ne zarokên me bimirin ne jî dayikên leşkeran xemgîn bibin. Em ji bo aştiyê li vir in. Tekane daxwaza me aştî ye. Em dixwazin tecrîd jî were rakirin,  çimkî aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Em dayikên aştiyê ne.’’

‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’

Dayika Aştiyê Xane Aydinê jî got ku divê tu kes li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê yên ku ev 44 roj in berdewam dike, bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em daxwaz dikin ku bi wan re hevdîtin pêk were. Ew daxwaz dikin ku tecrîd were rakirin. Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Banga me ji Wezîrê Dadmendiyê re ev e; Ev meseleyeke wijdanî ye. Tecrîdê rakin. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Ev dinya têra me hemûyan dike. Banga me ji hemû cîhanê re ye ku bi awayekî hesas nêzîkî vê mijarê bibin. Bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were rakirin û bila aşitî û aramî hebe. Banga me ji parlamenterên me re ew e ku daxwazên me yên di vê mijarê de bi xurtî bînin ziman û  rojeva meclisê."