KCK: Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike, divê her kes li ber rabe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Dewleta Tirk a mêtinger qirker li pêş çavên her kesî sûcê şer dike" û bang li her kesî kir ku li dijî êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava daxuyaniyek weşand.

KCK'ê got, "Dewleta Tirk di çarçoveya planên xwe yên qirkirinê de ji 13'ê Çileya 2024'an û pê ve êrîşî Rojava dike û 4 roj in ev êrîş dewam dikin. Mîna beriya niha hate kirin, li gel êrîşên li ser gel qadên jiyanê, binesaziya ser û binê erdê, qadên hilberînê, navendên zad û enerjiyê, depo, enbar, nexweşxane, dibistan çi hatibe tespîtkirin, hemû bi balafirên şer û keşfê hatin bombekirin. Em van êrîşên nemerdane û hovane yên dewleta Tirk a mêtinger qirker bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van êrîşan careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku di kîjan astê de dijminê Kurdan e, dijminê gelan e, ji mirovahî û exlaqê bêpar maye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di gelek daxuyaniyên xwe de tînin ziman ku dewleta Tirk xwedî mejiyekî dijminê Kurdan e, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan de dixwaze Rojava dagir bike." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li derveyî mirovahiyê, ev rastiya xwe her carê ispat kiriye. Li nava dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan, dijminatiya li Kurdan bûye mîna nexweşiyekê. Ev mejiyê nexweş ku girêkekê mezin dibe, zerarên wê her roj hinekî din zêde dibe. Jêkirin û avêtina vî mejiyê nexweş wê ne tenê ji bo xêra gelê Kurd be, di heman demê de wê bi kêrî gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bê."

DEWLETA TIRK LI PÊŞ ÇAVÊN HER KESÎ SÛCÊ ŞER DIKE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser van xusûsan:

"Dewleta Tirk a mêtinger qirker li pêş çavên her kesî sûcê şer dike. Êrîşên li ser Rojava dikevin ber vî sûcê şer. Bi van komkujiyan, sûcê qirkirinê dike. Bombekirina depoyên zad, stasyonên elektrîk, av û enerjiyê, bê elektrîk, bê av, bê nan, bê sotemenîhiştina bajaran sûcê herî giran ê şer e. Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê gelek caran ev sûc kiriye. Lê belê cîhan li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Ev helwest ne ya qebûlkirinê ye. Bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta Tirk şirîkatiya li van sûcên şer û sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk e. Ev helwest sûc e û ji cudahiya xwe ji kiryarên dewleta Tirk nîne. Di serî de Neteweyên Yekbûyî divê li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê û sûcên şer ên dewleta Tirk rabe, vê yekê qebûl neke û tedbîran werbigire. Saziyên navneteweyî jî divê heman helwestê nîşan bidin, li ber êrîşên dagirkerî îlhaq û qirkirinê yên dewleta Tirk rabin. Her wiha hêzên Koalîsyonê yên li Rojava, divê ne tenê li ber êrîşên DAÎŞ'ê rabe, di heman demê de li dijî her cûre êrîşan helwestê nîşan bidin. Rabûna li ber êrîşên DAÎŞ'ê, lê bêdengiya li dijî êrîşên dewleta Tirk ne ya qebûlkirinê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê hêzeke koalîsyonê heye ku ji zêdeyî 70 welatan pêk tê. Eger wê li hemberî êrîşên li ser Rojava, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ranebin, van êrîşan asteng nekin, hingî çima li Rojava ne! Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe ne tenê zerarê dide gelê Kurd, di heman demê de zerarê dide tevahiya herêmê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwaze li Rojhilata Navîn şer sor bike, kûr bike û belav bike. Polîtîkayên xwe li ser vê bingehê ne. Dixwaze her kesî bikişîne nava şer, bi Kurdan û bi hev re bide şerkirin. Bi êrîşên li ser Iraq, Sûriye, Başûr û Rojava dixwaze vê bike. Em ji vê derê careke din bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî, dewlet û hêzên Koalîsyonê yên Rojava dikin ku li hemberî van êrîşan û sûcên şer hîn bêhtir bêdeng nemînin, li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin.

Gelê Rojava heta niha li hemberî êrîşên dewleta Tirk berxwedan û helwesta pêwîst nîşan da. Em vê helwesta berxwedêr a gelê Rojava silav dikin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi van êrîşan dixwaze gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, ji derfetan bêpar bihêle, bi vî rengî bike ku cih û warê xwe biterikînin. Dixwaze planên xwe yên qirkirinê bi vî rengî pêk bîne. Armanca esasî ya êrîşan ev e. Xelkê Rojava bi hişmendiya azadiyê ku hay ji vê rastiyê heye, divê berxwedan û yekîtiya xwe hîn xurt bike, helwesta xwe dewam bike û vê plana dijmin têk bibe. Hebûn, rawestandina êrîşan û azadî tenê bi têkoşînê dibe. Gelê Rojava ku bi vê zane û pêk tîne, divê vê helwesta xwe dewam bike.

Dewleta Sûriyeyê jî divê li hemberî êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk helwestê nîşan bide û vê yekê qebûl neke. Yekîtî, rizgarî û azadiya Sûriyeyê bi rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dibe. Ji ber vê yekê divê dewleta Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkerî, îlhaq û qirkirinê yên dewleta Tirk li gel gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevbigere û têbikoşe. Di heman demê de raya giştî û dewletên Ereb jî divê nerazîbûnê li dijî êrîşên dewleta Tirk nîşan bidin, qebûl nekin, li ber rabin û helwestê nîşan bidin.

GELÊ KURD DIVÊ LI KURDISTANÊ Û DERVEYÎ WELAT BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Gelê Kurd jî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê ji bo Rojava bikeve nava liv û tevgerê û xwedî li Rojava derkeve. Dost û hêzên demokratîk şoreşger jî divê bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Şoreşa Rojava mîrateya hevpar a tevahiya mirovahiyê ye. Di serî de şoreşger, sosyalîst, gel, jin û hemû hêzên demokrasiyê divê helwesteke xurt nîşan bidin, bi vê helwestê zexteke siyasî bikin û bikin ku her kes helwestê nîşan bidin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ku ji 13'ê Çileya 2024'an û pê ve destpê kir û hîn jî dewam dike, bêdengî êdî nayê qebûlkirin. Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê careke din bi tundî şermezar dikin, bang li her kesî dikin ku li hemberî êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk bi berpirsyarî tevbigerin û helwestê nîşan bidin."