BI DÎMEN

'Bersiva herî mezin a li dijî komployê, mezinkirina têkoşînê ye'

Gerîlayên YJA Starê komploya 15 'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Bersiva herî mezin a li dijî komployê, li her qadê hîn bêhtir mezinkirina têkoşînê ye."

Gerîlayên YJA-Starê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Dîren Sema: Dewleta Tirk çiqas ji ramanên Rêber Apo ditirse, bi girankirina tecrîdê re nîşan dide. Dizanin her çend Rêbertî dîl bigirin jî, wê têkoşîna Rêbertî ya li dijî hêzên navneteweyî ti carî qels nebe. Hêzên navneteweyî bi ,dîlgirtina Rêbertî re xwestin pêşî li belavbûna ramanên wî bigirin. Lê belê tevî komployê jî encam negirtin. Rêbertî bi têkoşîna xwe komplo têk bir û îro li tevahiya cîhanê li qadên têkoşînê, kampanya azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin.

Divê her kes zanibe ku Rêbertiya me azad e û bersiva herî mezin a li dijî komployê ew e ku li her qadê têkoşînê mezintir bikin. Dewletên dagirker çiqasî êrîş bikin jî nikarin bi ser bikevin. Ji ber ku her kes dibîne ku dewleta Tirk li pêşberî Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê çiqasî bêhêz e. Ji ber vê yekê ti tişt nikare pêşî li belavbûna îdeolojiya Rêbertî bigire, ji ber ku ev îdeolojî li tevahiya mirovahiyê belav bûye. Mirovahî bi felsefeya Rêber Apo re ji tarîtî ber bi ronahiyê ve diçe, ji ber vê yekê em dibêjin; Rêbertî ji bo me wek roj e, rêya me ronî dike û rêya rastî nîşanî me dike. Ji ber vê yekê kes nikare roja me tarî bike. Em ê bi vê seknê, bi berxwedana şerên li tunelan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û bi têkoşînê re bi serbikevin.

Gerîlaya YJA Starê Sema Brûsk: Dixwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tine bikin. Lê belê Rêbertî di nava vê xeteriyê de têkoşîna xwe xurt kir. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe difikire ku wê têkoşîna gerîla qels bike û bêbandor bike, lê ji bîr kiriye ku yên ji bo rûmetê têdikoşin û şer dikin şervanên azadiyê ne. Bikaranîna çekên qedexekirî di êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, ji Komploya Navneteweyî ne qut e. Lê belê ya ku bi serket her tim xeta azadiyê ye. Dewleta Tirk difikirî ku bi bikaranîna çekên qedexekirî û çekên kîmyewî re dikare hêza gerîla tine bike. Lê ti çek û hêz wê bandorê li vîna şervanên azadiyê neke ku li ser şopa hevrê Viyan, Sara, Rûken, Erdal û Rojhat têdikoşin. Bi hêza ku em ji felsefeya Rêber Apo digirin, em ê têbikoşin û Kurdistanê azad bikin.

Gerîlaya YJA Starê Xwînda Kobanê: Eger îro derfeta têkoşînkirina me hebe, ew jî bi saya keda Rêber Apo ye. Ramanên Rêbertî li hemû cîhanê belav bûne. Gelê Rojhilata Navîn êdî di wê zanabûnê de ne ku, li ser bingeha ramanên Rêbertî dikare jiyaneke azad û wekhev ava bike. Ji ber vê yekê, di dema pêkhatina komployê de gel û gerîla bi hemû hêzên xwe li qadan di nava têkoşîneke bêhempa de bûn. Bi taybetî hevrêyên me yên ku li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, ronahiya felsefeya wî belav kirin. Yek ji fermandarên me ku bi sekn û çalakiya xwe ya bi bandor bersiv da hevrê Viyan Soran bû. Îro weke şervanên YJA Starê em di xeta ku hevrêya me Viyan ava kiriye de têdikoşin.

Gerîlaya YJA Starê Helbest Rojava: Em komploya dewletên hegemon ên li dijî Rêbertiya xwe şermezar dikin. Rêber Apo di aliyê fîzîkî de dîlgirtî be jî, bi ramanên xwe azad e. Ramanên Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bû. Rêber Apo Girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistanê. Fikir û felsefeya xwe kûrtir kir. Erk û berpirsyariya me ye ku em raman û felsefeya Rêber Apo belav bikin. Berpirsyariya gel e ku hîn bêhtir xwedî lê derkeve. Azadiya gelê Kurd, azadiya hemû gelên bindest bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.