Meşvanên Azadiyê 17 kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bi bîr anîn

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Dîgorê serdana cihê ku 17 kes ji aliyê dewleta Tirk ve lê hatin qetilkirin, kirin.

Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” dabûn destpêkirin. Meş li Qersê berdewam dike. Meşvan, çûn cihê 17 kesên di sala 1993’yan de li Dîgorê hatine qetilkirin. Li cihê komkujiyê ji ewil rêz hate girtin û piştre jî meşvanan qurnefîl danîn cihê komkujiyê.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal li vir axivî û wiha got: “Di sala 1993’yan de li vir komkujiyek hate kirin û 17 welatiyên me hatin qetilkirin. Dîroka komarê li ser komkujiyan hatiye avakirin. Bi sala ye em li dijî van komkujiyan têdikoşin. Di şexsê wan de dê berxwedana me mezintir bibe û bidome.”

Meşvan piştre jî ber bi navçeya Tozanê ve ketin rê.