Armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e!

Li ser navê Meşa Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û got, "Armanca me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Rawestandina şer bi Abdullah Ocalan pêkan e."

 

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi du baskan hat destpêkirin, di roja xwe ya 3’yemîn de didome. Meşa li baskê Qersê gihîşt navçeya Avkevirê ya Agiriyê. Meşvanên ku li navçeyê bi coş û tilîliyan hatin pêşwazîkirin, li vir daxuyanî dan.

‘ARMANCA SEREKE AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’

Li ser navê meşvanan parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalat Kaya axivî û derbarê kampanyayê de hin agahî parve kirin. Kaya polîtîkayên demdirêj yên li dijî siyaseta demokratîk tên meşandin bi bîr xist û ev tişt gotin: “Bi qasî ku ji nirxên demokratîk dûr dikevin, tundî belavî her qedeke jiyana me dibe. Her ku diçe krîza aborî kurtir dibe. Ev krîz herî zêde kurdan bandor dike. Îro ciwanên Agiriyê neçar dimînin ku koçî welatên cuda yên cîhanê dikin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin.”

Kaya bi bîr xist ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 35 mehan zêdetir e, tu agahî nayên girtin û wiha axivî: “Ji bo me xala bingehîn azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Ji çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk bêhtir tu rê nîn e. Her roj li vî welatî jin û zorok tên qetilkirin. Sûcên cerdevan, leşker û polîs dikin, tên veşartin. Ev encama polîtîkayên şer in. Em desthilata ku şer weke pîroz dibîne red dikin. Em li dijî mirinê, jiyanê diparêzin. Ji bo ku dawî li şer were divê demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin.” 

Daxuyanî bi dirûşmên "Ramanên Îmraliyê azadiya gelan e" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. Girse piştre li mekaneke nêzî avahiyê partiyê bi gel re civiya û derbarê meşê de hin agahî hatin parvekirin. Civîna gel bi gotina merş û stranan vegûherî şahiyê. 

Meşvan piştî şahiyê ber bi navenda Agiriyê ve ketin rê. Meşa ku dê sibê bikeve roja xwe ya 4’emîn, dê bi navçeya Panosê berdewam bike.