Meşvanên Azadiyê: Em tecrîdê qebûl nakin û em ê bişkînin

Baskê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ a Qersê ji Îdirê derbas bû û li Bazîdê bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Parlementerê DEM Partî ya Bedlîsê Huseyîn Olan got, “Em tecrîdê qebûl nakin û em ê bişkînin.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê meşê yê Qersê de di saetên serê sibê ji Îdirê derketin û bi çepik tilîliyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. Meşvan ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, li navenda navçeyê meşiyan. Piştî meşa 3 kîlometreyan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bimre koletî, bijî azadî" hatin berzkirin. Li kolanên ku meş lê pêk hatin, dikandar ji dikanên xwe derketin û meş silav kirin.

'XEYALÊN ZÎHNIYETA FAŞÎST HATIN ŞIKANDIN'

Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan got, "Ev bajar bajarekî kevnar û berxwedêr e. Ehmedê Xanî gotibû ku pêwîst e em bibin yek. Îro bi mîlyonan Kurd bi hev re têdikoşin. Meşa azadiyê ya ku me îro da destpê kirin, azadiya Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd e. Ev meş bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan e. Bi tecrîdê re li her derê welat texrîbat pêk hat. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe."

Olan, destnîşan kir ku di şerê 40 salan a ku dewam dike de her şêwe neheqî li dijî Kurdan hatiye kirin û wiha domand, "We Kurdan qir kir û we avêt bîrên asîtê, lê we nekarî hun wan biqedînin. Xeyalên zîhniyeta faşîst hatin şikandin. Gelê Kurd rastiyek e. Rastî nayên veşartin. Ev rê dirêje û rêyeke ku wê bigêje serkeftinê. Divê her kes zanibe ku tecrîda li ser Birêz Ocalan wê bê şikandin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were."

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi navçeya Giyadîna Agiriyê ve bi rê ketin.