Meşa Azadiyê li gel berfê dewam dike

'Meşa Mezin a Azadiyê' li gel serma û seqemê û berfê dewam dike. Meşvan li gundan bi coş têne pêşwazîkirin. Li ber tilîlî û çepikan ber bi navçeya Elkê ve bi rê ketin.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd destpê kir, di roja çaremîn de ye. Meşvan ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de, îro ji navenda Colemêrgê bi rê ketin.

LI AŞÛTÊ PÊŞWAZIYA BI COŞ

Meşvan ji ber Rêxistina Bajarê Colemêrgê ya DEM Partiyê bi çepik û tilîliyan hatin birêkirin. Meşvan li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Gundî piştre li ber govenda azadiyê ber bi navçeya Elkê ya Şirnexê bi rê ketin.