Meşa Mezin a Azadiyê: Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike!

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li 'Meşa Mezin a Azadiyê' axivî û got, "Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Li baskê Qersê yê meşê, meşvan tevî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, serê sibehê ji bajêr bi rê ketin û berê xwe dan bajarokê Bazarcix ê navçeya Dîgorê.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd û got, "Em zanin ku ev polîtîkaya dewletê ya ku sed sal in dewam dike, bê encam maye. Herî baş dewlet bi vê zane. Bi vê meşa azadiyê em nîşan didin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare pêk were û muxatab jî Birêz Ocalan e."

Zarîfe Anli ya 80 salî ku meşvan pêşwazî kir got, "Em ê her tim vê têkoşînê dewam bikin, bi tenê nehêlin." Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin qîrîn.

'DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊNE VEKIRIN'

Meşvan piştre derbasî navçeya Dîgorê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan kesên ku di Komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Omer Ocalan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Hemû mafên Birêz Ocalan hatine binpêkirin. Ji ber vê yekê em li vê derê ne û armanca me rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî muxatabê yekane Birêz Ocalan e. Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike. Cihê me rewa ye. Yê ku ne rewa ye, ne anûnî ye, yê ku zilmê dikin hûn in. Li gorî qanûnên xwe tevbigerin û ji pêşiya me vekişin. Her kes vê zilma we dibîne. Dîgorî bi civîna Birêz Ocalan a li vê derê zanin. Dîgorê di dema herî zehmet de can da, lê belê serê xwe netewand."

Omer Ocalan bi dewamî got, "Bila êdî kes nemire û em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Yê ku kare vê aştiyê pêk bîne jî Birêz Ocalan e. Gelê me bi her tiştî zane û nas dike. Em ê ji bo gelê xwe, ji bo rêberê xwe bimeşin. Deriyên Îmraliyê vekin. Bila ev welat bibe gulistan."