Zeyneb Mûrad: Divê Kurd ji bo çareseriyê li ber xwe bidin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan wê bibe bingeha çareseriya aştiyane ya doza rewa ya gelê Kurd û got: “Divê Kurd ji bo çareseriyê têbikoşin.”

Li Nûnertiya Hewlêrê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdariya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan û (DEM) û mêvanên biyanî yên ji derveyî welat hatine civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de daxwaz ji aliyên siyasî û kesayetên Başûrê Kurdistan û her çar parçên Kurdistanê hat kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebitin.

‘PIRSGIRÊK Û ALOZIYÊN HERÊMÊ ZÊDE BÛNE’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne. Vê yekê jî bandorek nerênî li ser pirsa gelê Kurd ya li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”

Hevseroka KNK’ê Mûrad bal kişand bi ser êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê  û wiha pê de çû: “Êrîş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd xistiye di jêr metirsiyê de. Ji ber wê heta çareserî ji doza rewa ya gelê Kurd re neyê dîtin, wê metirsiya welatên cîran a li ser gelê Kurd berdewam bike. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo tunekirina gelê Kurd û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurde. Dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tune bike û şerê navxweyî di nava Kurdan de derxe. Ji bona wê giringe aliyên Kurdî hewla destpêkirina pêvajoya aştiyê bidin.”

‘HEKE ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE WÊ ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBE’

Mûrad der barê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî axivî û wiha domand: “Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ya ji bo doza rewa ya gelê Kurd wê bibe bingehê pêvajoya aştiyê. Wê bi azadiya Abdullah Ocalan re dawî li êrîşên dewleta Tirk werin. Wê tu hincet ji bo êrîş û operasyonan nemîne. Ji bo wê erkê saziyên ragihandiniyê ye ku rola xwe ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan bilîzin.”

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN’

Mûrad anî ziman ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya çaresernekirina pirsgirêka gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “Ji ber wê ev jî ziyanê digihîne gelê Kurd û herêmê. Ji bo vê daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û kesayetan dikîn helwestê li dijî tecrîda li Îmraliyê nîşan bidin.”

‘ABDULLAH OCALAN JI AŞTIYA MAYÎNDA TÊDIKOŞE’

Piştre Wezîrê Berê yê Dadê yê Îzlandayê Ugmandur Yunasun jî axivî û got: “Em dizanin ku dewleta Tirk bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstên civaka sivîl girtin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê girtin. Girtîgeha Îmraliyê ji bo welatparêzan bûye navenda zext û tirsandinê. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistanê kaosê derxe. Birêz Abdullah Ocalan her dem ji bo aştiyeke mayînde û bidawîkirina şer têdikoşe. Ji bo vê jî divê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe pêk bînin û li dijî zilmê têbikoşin.”

Yunasun diyar kir ku ew hewl didin destdirêjî û tawanên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd nîşanî welatên Ewropa û parlementoya Ewropayê bikin û got: “Em ê êrîşên Îranê yên li ser gelê Kurd jî bixin rojevê.”