Bêrîtan Guneş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş ku di baskê Wanê yê Meşa Azadiyê de ye got, "Peyama me zelal e. Mîada neçareserkirina pirsgirêka Kurd êdî qediya ye. Rêya aştî û çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe."

Ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li bajarên Kurdistanê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir. Meşa ku li Wan û Qersê destpê kir, li gel êrîşa polîsan jî dewam dike. Meş wê di 15'ê Sibatê de bi dawî bibe. Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş ku di baskê Wanê yê meşê de ye, meş nirxand.

BI RÊYA TECRÎDÊ CIVAK JI AŞTIYÊ TÊ QUTKIRIN

Bêrîtan Guneş ragihand ku tecrîd ji bo gelê Kurd mijareke esasî ye û got, "Ji ber ku îro li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn siyaset bi tecrîdê tê meşandin. Pêwendiya her tiştî bi tecrîdê heye. Pirsgirêk û çareseriya wan hemû li dora tecrîd û pirsgirêka Kurd e. Gav li gorî vê yekê têne avêtin. Pirsgirêka tecrîdê pirsgirêkeke mezin e û desthilatdarî jî bi rêya tecrîdê pirsgirêkên heyî kûrtir dike. Desthilatdarî têkoşîn, ziman, siyaset, çand û paradîgmaya gelê Kurd a ku bi salan e dewam dike, hewl dide bi rêya tecrîdê têk bibe. Bi tecrîdê hewl didin têkiliya Birêz Ocalan a bi civakê re qut bikin. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku civakê ji çareserî û aştiyê qut bikin. Tecrîd 25 sal in di rojeva gelê Kurd de ye û li gel hewldan, zext û êrîşên desthilatdariyê jî Îmrali nehate jibîrkirin. Em jî hewl didin ku bi vê meşê tecrîdê careke din û bi rengekî xurt bixin rojeva desthilatdarî û civakê."

XWESTIN KU MEŞA ME ASTENG BIKIN

Bêrîtan Guneş ragihand ku di 3 salên dawî de sîstemeke tecrîdê ya Îmraliyê heye ku mînaka xwe nîne û got, "Gelê Kurd vê bêedaletî, vê bêsîstemî û zextê êdî qebûl nake. Bi vê meşê wê dengê îtiraz û rabûna li ber vê yekê bê bilindkirin. Çawa ku tecrîd îro kirine civakî, em jî sekneke civakî li hemberî wê nîşan didin û dengê xwe yê li dijî tecrîdê bilind dikin. Tecrîd bandorê li jin, zarok, ciwan û her beşên civakê dike. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, di şexsê Îmraliyê de li tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji Wan û Qersê me dest bi meşa kir. Li Wanê 37 kes weke kadroyên bingehîn ên meşê hatin diyarkirin. Meşê bi girseyî û coş destpê kir. Em 37 kes bûn, lê niha bi dehan kes tevlî me bûn. Bi baweriyeke mezin em li hev kom bûn. Weke me got, tecrîd êdî civakî bûye û me ev yek careke din dît. Beriya ku em dest bi meşê bikin bi dehan polîsan dor li me girtin û xwestin me asteng bikin."

TECRÎD NE TENÊ LI ÎMRALIYÊ YE

Bêrîtan Guneş anî ziman ku desthilatdariyê bi destê polîsan dest li meşê werda û bal kişand ser dorpêçiya navbera gel û hilbijartiyan. Bêrîtan Guneş got, "Xwestin gel ji me qut bikin. Hewl dan ku piştgiriya gel a ji bo me, pêkhatina bi coş a meşê asteng bikin. Nexwestin ku gel û meşvan li hev kom bibin. Nexwestin ku dengê berxwedana li girtîgehan bê bihîstin. Kiryarên tecrîdê îro li kolanan dewam kirin. Yanî me careke din dît ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li her kolaneke Kurdistanê ye, li dijî her mirovekî ye. Tecrîd li her derê ye. Heta li nava mala me jî tecrîd heye. Bi vê nêzîkatiyê careke din diyar bû."

RÊYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE

Bêrîtan Guneş ragihand ku Meşa Azadiyê ne dûrî greva birçîbûnê ya girtiyan û Nobeda Edaletê ye û got, "Girtî 68 roj in li zindanan li ber xwe didin. Li Ewropayê jî gelek çalakî hene. Li dijî tecrîdê gel li her derê li ber xwe didin, têdikoşin. Pêwendiya her çalakiyê bi hev re heye, ji ber ku armanca wan hevpar e. Armanc jî bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Peyama me zelal e. Mîadê neçareserkirina pirsgirêka Kurd êdî qediya ye. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin divê pêşî li aştiyê bê vekirin. Rêya aştî û çareseriyê jî ji Îmraliyê derbas dibe. Lewma em careke din bang li muxataban dikin; bila her kes bi rola xwe rabe û ji bo aştiyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her kes gavê biavêje."