BI DÎMEN

'Heta ku tecrîd bidome wê pêngavên gerîlayan jî bidomin'

Gerîlayên HPG-YJA Starê dan xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan 25 sal in li Îmraliyê berxwedaneke mezin raber dike û gotin: "Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bidome, dê pêngavên gerîla jî bidomin."

Gerîlayên HPG-YJA Starê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê axivîn. Gerîlayê HPG'ê Aslan Qîbesîn diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên di komployê de roj bi roj tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan kûrtir dikin û got: "Her çiqas Rêber Apo weke fizîkî girtî be jî, Rêberekî ku bi felsefe, îdeolojî û ramanên xwe azadiyê bi dest xistiye. Weke milîtanên Rêber Apo em ê li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin û dijminên xwe ji axa Kurdistanê paqij bikin. Heta ku em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi Rêber Apo re serkeftina azadiyê li Kurdistanê biafirînin.

Beriya 25 salan ji aliyê hêzên hegemonîk, dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ve li dijî Rêber Apo komployek mezin hate organîzekirin û ev komplo ji sala 1999’an û vir ve didome. Di encama vê komployê de Rêber Apo dîl hat girtin. Ji ser vê komployê re tam 25 sal derbas bû. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe di nava gel di nava gerîla de ye. Gel û gerîla li ser vê bingehê dimeşin. Em ê îsal bikin saleke ku em ê tê de serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin.

‘ÇIQAS TECRÎD GIRAN BIBE WÊ DEWLETA TIRK EWQAS DERBAN BIXWE’

Di esasê de banga me ji dewleta Tirk re ev e; Di şerê ku ev 3 sal in berdewam dike, dewleta Tirk û netew dewlet bi her cure teknîkê êrîşên dijwar li dijî Rojava, Bakur, Başur, Rojhilat û qadên gerîla pêk tînin. Bi piştgiriya hemû netewe dewletan bi awayekî hovane êrîşî qadên gerîla dike. Yek ji sedemên van êrîşan jî derbeyên ku ji çalakiyên gerîla xwariye. Dijmin ji ber derbên giran ku ji gerîla xwar, hêza xwe ya têkoşînê û baweriya xwe winda kir. Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertî didome, pêngavên gerîlayan  jî didome. Tecrîda li ser Rêbertî her çiqas girantir bibe, dewleta Tirk wê ewqas derban bixwe.”

‘AZADIYA RÊBER  APO’

Gerîlayê HPG’ê Hejar Karox jî der barê komploya navneteweyî û tecrîda 15’ê Sibatê de ev tişt got: “Armanca herî mezin a vê komployê bêbandorkirina Rêber Apo, ji gel veqetandina wî, qedandina tevgera PKK’ê, tinekirina Kurdên azad bû. Lê îro bi zelalî tê dîtin ku têkoşîna tevgera PKK’ê û têkoşîna gelê Kurd ê welatparêz her sal mezin bûye, fikir û felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye. Bi taybetî di bin ronahiya parastinê ya Rêbertî û perspektîfên ku derketine holê, li gelek deverên cîhanê xwedîderketina li Rêbertî zêde bûye. Hêzên hegemonîk û komploger nikarin van hemûyan fêhm bikin, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin. Rêber Apo bi vîna xwe, bi şêwazê fikir û têkoşîna xwe hêzên komploger pûç kir. Têkoşîna li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke dîrokî ye. Berxwedaneke dîrokî ye. Û ev rêya ku em dimeşin xeta Rêbertî ye, xeta fedaî ye, xeta şehîdan e. Em li ser van prensîban bi biryar û bi israr in; Em ê îsal dijmin teqez têk bibin. Ax û çiyayên Kurdistanê wê bibin gora wan. Em ê di 25’emîn salvegera komployê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê pêk bînin."