Gerîlaya YJA Starê Azê Erdal li Mexmûrê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) a ku di Tebaxa 2022’yan de şehîd bû merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlaya YJA Starê Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) ku di encama êrişên dewleta Tirk ya faşîs de, di Tebaxa 2022’an de li herêma Metîna şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hat bîranîn.

Merasîma bîranînê bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Azê Erdal de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Ji bo şehîdan mirov çiqas bi axive, mirov nikare bi çend gotinan şehîdan bîne ziman. Gelê Kurd berxwedana ku hem di zindanan de, hem li serê çiyan û hem jî li bajaran di meşîne, em dibînin dewleta Tirk ya faşîst bi teknolojî û sîstama xwe ya qirêj Kurdan dike hedef. Bi saya van şehîdan îro em li ser linganin. Wek gelê Kurd emê heta dawiyê li hemberî vî dijminê ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtî bisekinin û berxwe bidin. Heta ku yek wek hevala Azê, wek hevala Viyan û bi hezaran şehîdên fedayiyê Rêbertî hebin, em ê li hemberî vê zihniyeta qirker û dagirker bisekinin û wan têk bibin.”

Piştre bavê Şehîd Azê, Mihemed Salih Sîdar axivî û destpêkê xêrhatina xelkê amade kir û wiha got; “Destpêkê serê Rêbertî, hevrêyên wê û tevahî gelê wargehê sax be. Dema navê şehîdekê tê dayîn raste êriş û jane. Gelen ku niha di cîhanê de hene û xwedî welat, netew û zimanin, bi saya şehîdan û berxwedanê gihiştine azadiya xwe. Em jî neçarin heta ku yek ji me hebin, em şehîd bidin ku em jî bikaribin wekî mirovan di cîhanê de jiyan bikin.”

Piştî axaftina axaftina bavê şehîd, belgeya şehîd radestî malbatê hate kirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.