Ev meş dê azadiyê bîne!

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin meşa aştî û azadiyê.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Wanê dest pê kir, gihişt navenda bajarê Colemêrgê. Heyeta ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindır, Hevseroka MED Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran Emîne Kaya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl pêk dihat, di rê de ji gundê Çemê Ezo heta gundê Dêzê ku Geliyê Bihuşt û Dojehê meşiyan. Di seranserê rê de stranên “Berxwedan xweş doz e” û “Girtiyên Azadiyê” hatin gotin.

Piştre heyeta ku gihişt bajêr ji aliyê gel ve bi dirûşmên "Colemêrg bi we serbilind e" hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê bi gel re heta Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr meşiyan. Di van kêliyan de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Ji tecrîdê re na, demildest aştî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

Meşvanên Azadiyê yên ku gihîştin ber avahiya partiyê bi çepik û berzkirina dirûşmên "Gelê Colemêrgê bi we serbilind e" hatin pêşwazîkirin. Endamên heyetê bi gotina “Em jî bi we serbilind in” bersiv dan beşdaran.
‘DÊ EV MEŞ AZADÎ AŞTIYÊ BÎNE’

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li vir xîtabî gel kir û diyar kir ku gelê Colemêrgê her dem piştgirî daye têkoşîn û partiya xwe.

Bayindir got, “Azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîst e. Ji ber vê yekê em ji vê rêyê re dibêjin rêya azadî û rûmetê. Bila êdî çiyayên Colêmergê ne cihê qereqolan, cihê azadî û govendê be. Ji ber vê yekê di dawiya vê meşê de bila ji bo gelê Kurd, gelên bindest û gelên Tirkiyeyê azadî hebe.

Bayindir, bal kişand ku şer bi salan e li Kurdistanê didome. Bayindir diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û wiha domand: “Ji ber şer bila ciwanên Kurd û Tirk neyên kuştin û neyên veşartin. Ji ber vê jî divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Muxatabê rastî yê meseleyê Birêz Ocalan e. Banga me ji gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê re heye. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirsgirêka her kesî ye. Ji bo Ku aştî û azadiyê bîne vî welatî me dest bi meşa xwe kir. Banga me jî ji bo gelê Tirkiyeyê ye. Bila piştgiriyê bidin vê meşê. Ev meş meşa aştî û azadiyê ye. Armanca vê meşê bidawîkirina şer e. Heta ku ev pêk were em ê bi piştgiriya we vê meşê bidomînin.”

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Viyan Tekçe û Siddik Adim jî li vir xîtabî gel kirin.

Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Kadîr Şahîn û Humeyra Armût jî peyamên mezinkirina berxwedana li dijî tecrîdê dan.

Meşvanên Azadiyê wê di civînekê de bi gelê bajêr re bên gel hev û sibê ber bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve bimeşin.