Ji Mûşê 50 name ji Abdullah Ocalan re hatin şandin
Li Mûşê ciwanan 50 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Li Mûşê ciwanan 50 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 Name” da destpêkirin. Endamên Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê hatin ba hev û 50 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Di nameyan de wiha hate gotin: “Rêber Ocalan ji bo gelan nefes e, her kêliya ku em ji Îmraliyê agahî nagirin em nefes nastînin.”
Hat destnîşankirin ku kampanya wê heta 16’ê Sibatê bidome.