Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Şemzînanê ne

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin, li navçeya Şemzînanê dewam dike. Di meşê de peyama “Kurdistan li benda dengek ji Îmraliyê derkeve ye” hat dayîn.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji baskê Wanê beşdarî meşê bûn, îro li navçeya Semzînan a Colemêrgê ne.

Di nava meşvanan de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî hene. Meşvan li navenda bajêr bi gel re hatin ba hev.

Meşvan di ketina bajêr de ji aliyê endamên partiyê ve bi çepik û tîlîliyan ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê meş dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Berxwadana zindanan", "Ji tecrîdê re na, aştî aniha" û "Bimre koletî, bijî azadî" hatin berzkirin. Gelên li kolanan jî bi çepik û nîşaneyên serketinê piştgirî dan meşvanan.

Parlementerê DEM Partiyê  Şirnexê Zekî Îrmez kesên ku wan pêşwazî kir silav kir û got, “Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye. 35 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê pêk anîn. Teqez divê ev tecrîd bê şikandin.”

Îrmez, anî ziman ku her pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ketiye dewrê, hêviyên aştiyê mezin bûne û wiha domand, "Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li benda dengekî ku ji Îmraliyê bê bihîstin e. Ji bo vê jî gelek çalakî hatin lidar xistin. Hevrêyên me yên girtî ji bo 'Tecrîdê bişkînin' dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo şikandina tecrîdê me jî dest bi vê meşê kir. Em bi biryar in û em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin."

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî bal kişand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine rê û wiha got: “Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Heke aştî pêk were dê bi destê birêz Ocalan pêk were. Ji ber wê yekê divê birêz Ocalan demildest were azadkirin.”

Namzetên Hevşaredariyê yên Şemzînanê jî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Egîd Tekîn jî wiha got: “Hatina we ji bo me dîrokî ye. Meşa we wê bibe wesîleya ku tecrîda li ser Serokatiya me û girtiyan were rakirin.”

Piştî axaftinan meşvanan û welatiyan govend gerandin. Şêniyên bajêr Meşvanên Azadiyê bi îşaretên serketinê bi rê kirin. Meşvan di derketina bajêr de jî di nav çiyayên bilind “govenda azadiyê” gerandin. 

Rawestgeha din a meşvanan wê navçeya Geverê be.