BI DÎMEN

Şêniyên Taxa Newrozê: Divê PDK nebe parçeyek ji pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê 

Şêniyên Taxa Newrozê piştî berxwedana mehekê banga yekîtiyê li partiyên Kurdistanî kirin û bang li PDK’ê kirin ku nebe parçeyek ji pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê ya li dijî Kerkûkê.

Mehek di ser hewlên artêşa Iraqê yên dagirkirin û desteserkirina xaniyên Kurdên li Taxa Newrozê re derbas dibe. Rûniştiyên Taxê bi dirûşmeya “Em ji vir naçin” berxwedan û greva xwe li hember dagirkirinên artêşa Iraqê didomînin. Tevî hemû hewl û zextên ji bo vekişîna hêzên leşkerî ji Taxê, lê hîna jî maşîn û zirêpoşên artêşa Iraqê di nav malan de ne.

Berî mehekê artêşa Iraqê bi hinceta wê yekê ku di serdema rejîma Beesê de erdên li Taxa Newrozê yên Wezareta Parastinê û artêşa Iraqê bûne, li Taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê bi ser 172 malbatên Kurdan de girtibû da ku malên Kurdan vala bikin û desteser bikin.

Îro hin çalakvan, rewşenbîr û mamosteyên dînî tevî rûniştiyên Taxa Newrozê civîneke rojnamegeriyê li dar xistin û daxwaz ji aliyên Kurdistanî kirin ku ji bo çareseriya wan pirsgirêk û wan fişarên li ser Kurdan yekîtiya xwe ava bikin û daxwaz kirin ku partiyeke Kurd nekeve bin fişara destên derve. Mebest ji vê fişarê fişara dewleta Tirk a dagirker e ku bi rêya PDK’ê hewl dide ku îdareya Kerkûkê venegere destê Kurdan û ji bo vê yekê jî dewleta Tirk wisa dike ku PDK li gel Tirkmen û Ereban hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bîne.

Di civîna çapemeniyê de çalakvan û siyasetmedar Mela Ferman Mihemed axivî û wiha got: “Peyama îro ya xelkê Taxa Newrozê ji bo partiyên Kurdistanî yên bajêr e, em bang li YNK û PDK’ê dikin ku ji bo Encumena Parêzgeha Kerkûkê hevpeymaniyekê pêk bînin û ji bo çareserkirina pirsgirêk û zextên li ser Kurdan, serdana aliyên din bikin û li Kerkûkê hikûmeta xwecihî ava bikin. Eger aliyên Kurdistanî nebin yek, artêşa Iraqê dê di paşerojê de hemû taxên Kurdan li Kerkûkê dagir bike.”

Mela Ferman Mihemed hişyarî da PDK’ê ku nekeve bin fişara dewleta Tirk û bi Tirkmen û Ereban re li dijî Kurdan nebe yek û got: “Her aliyek (PDK) bi tena serê xwe ji ber fişarên derve ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi aliyên derveyî Kurdan re bikeve gotûbêjê, ev yek derketin e ji helwesta neteweyî.”

Mela Ferman Mihemed diyar kir ku hewlên dagirkirina artêşa Iraqê domandina proseya Erebkirina Kerkûkê ye û wiha bi dawî kir: “Artêşa Iraqê ji bilî vê taxê li Kerkûkê hewla dagirkirina erd û malên du taxên din ên Kurdan dide ku Taxa Erefe û Taxa Ronakiyê ne.”