BI DÎMEN

Amed Serhed: Em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin

Yek ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed: Şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, wê bibe bersiva herî mezin ji bo dijminê dagirker. Ji bo di welatekî azad de em bikaribin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin, ji her tiştî re em ê xwe amade bikin.

Ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed, di derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriya Tirk de ev nirxandin kir:

Di demên dawî de li ser Rêbertiya me tecrîdeke pir giran tê meşandin. Ev tecrîd bi salaye di rojeva tevgera azadiyê û gelê Kurd de ye. Bi taybet di nava van sê salên dawiyê de bi pêşengtiya dagirkeriya Tirk a faşîst tecrîdeke pir kûr, li derveyî pîvanên mirovahiyê û li derveyî hiqûqa ku ji bo mirovahiyê hatiye diyarkirin li ser Rêbertiya me didin meşandin. Di nava van sê salên dawiyê de hêzên dagirker û komploger dixwazin di şexsê Rêber Apo de tevgera Azadiya Kurd têk bibin. Di heman demê de ji ber wê ye niha dagirkeriya Tirk bi desteka hêzên navdewletî ji qirîzên heyî yên ku di Rojhilata Navîn de têne meşandin dixwaze jê sûd werbigre û pilana xwe ya qirêj bighîne encama ku dixwaze. Bi van kiryaran dagirkeriya Tirk hemû zagonan binpê dike û li beramber fikrên Rêber Apo dijminahiyek pir mezin dide meşandin.

Di cîhanê de bi kampaniya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji gelek welatan gelek mirov têde beşdarbûna xwe çêkirin cihê şanaziyê ye. Bi vê kampanyaya ku hate meşandin derbeke pir mezin li hember hêzên komploger hate xistin. Bi vê yekê re hemû cîhan da diyarkirin ku tu kes nikare fikir û felsefeya Rêber Apo ji rojevê derxîn e. Hemû cîhan îro ji ber di fikir û felsefeya Rêber Apo de riya çareseriyê li beramber sîstema ku her qirîzan kûr dike dibîne li derdora Rêber Apo bûne xelekek û bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistan bi taybet Jin û ciwan pêwîste ji bo hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kar bikin û erka xwe bibînin. Pêwîste kes nebêje bila yekî din kar bike azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka her mirovekî ku dilê xwe ji bo mirovahiyê lê dide. Di vê demê de xwedî derketina li fikrê Rêber Apo, xwedî derketin li hebûna xwe ye. Her mirov pêwîste îro li derdora fikrê Rêber Apo kom bibe û çi hate xwestin bi cih bîne.

Bi taybet ciwan pêwîste ji bo xwe erk bibînin û beşdarî nava refên gerîla bibin, ji ber ku bi saya Rêber Apo îro çiyayên Kurdistanê ji bo ciwanên Kurd bûye mekanê xwe perwerdekirin û azad jiyankirinê. Ciwanên Kurd di Çiyayên Kurdistanê de dikare sekna xwe ya Kurdewarî biparêze û bêje ez Kurd im û mafê min ê jiyanê heye. Ev derfeteke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Ciwan pêwîste erka xwe bibînin û berê xwe bidin vê derfetê ku hatiye avakirin.

Em careke din nêzî salvegera Komploya Navdewletî ya li ser Rêber Apo hate meşandin, dibin. Ev 24 sal in Rêber Apo li beramberî faşîzmê, dagirkeriya Tirk û hêzên emperyal kerameta Kurd û Kurdistanê parastiye, li nirxên mirovahiyê xwedî derketiye û bi her tiştî fedekariyeke mezin kiriye. Ji ber vê yekê lazime ev Komploya Navtewletî ya ku niha careke din dîsa nêz dibe em bişkînin. Şikandina tecrîdê û Komploya Navdewletî ya li ser Rêber Apo valaderxistin, bi hêza ciwanên qehreman û gelê me yê welatparêz pêkan e. Ev hemleya hatiye destpêkirin gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê lazime bi awayekî herî xurt xwe beşdar bike, ji ber ku bi beşdarkirina gelê me tecrîd dikare vala were derxistin û têk biçe.

Bi taybet wekî gerîlayên parastina Rojhilatê Kurdistanê li ser esasê hemleya ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin ji nû de em xwe li ber çav derbas dikin û xwe ji nû ve dest digrin. Ji bo ku em bikaribin di demên pêş de ji bo vê hemlê bibin bersiv, divê bi hemû derfetên xwe em beşdar bibin. Ji ber ku erka azadkirina Rêber Apo yek jî erka milîtan û şervanên YRK’ê ye. Şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, wê bibe bersiva herî mezin ji bo dijminê dagirker. Ji bo di welatekî azad de em bikaribin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin ji her tiştî re em ê xwe amade bikin.