Meşa Mezin a Azadiyê: Li Geverê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li navçeya Geverê didome. Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre koletî, bijî azadî” hatin berzkirin.

Baskê Wanê ya Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, îro li Colemêrgê ye. Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, piştî navçeya Şemzînanê derbasî navçeya Geverê bû.

Meşvanên ku li cihê ketina navçeya ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, heta avahiya partiyê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Ji tecrîdê re na, a niha aştî” û “Bimre koletî, bijî azadî” hatin berzkirin. Welatiyek 70 salî jî bi bastona xwe beşdarî meşê bû. Ji derdor eleqeyeke mezin ji meşê re hebû.

Meşvanan li avahiya partiyê civîna gel lidar xist. Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez got: “Em bi biryar in, em ê bi vê meşa xwe tecrîda Îmraliyê bişkînin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha got: “Gever her tim xwedî li partî û Rêbertiya xwe derket, îro jî xwedî lê derdikeve. Hêzên emperyalîst her tim li 4 parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn mirin, komkujî û talan ji gelan re rewa dîtin. Dixwazin pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Birêz Ocalan bi gelan bidin jibîrkirin.”

‘PIRSGIRÊK BI MUXATABÊ ÇARESER DIBE, MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’

Bayindir diyar kir ku wan ji pêvajoyeke zehmet meş dan destpêkirin û ev tişt got: “Meşa me ji bo gelê Kurd û gelên din ên azadîxwaz e. Heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin, Birêz Ocalan azad nebe ev şer her tim wê dewam bike. Pirsgirêka Kurd teqez wê bi muxatabên wê re çareser bibe. Muxatabê wê jî Birêz Ocalan e. Ji bilî wî ti kes din nîne. Ew jî ne dûr e, li Îmraliyê ye. Deriyên Îmraliyê vekin.”

Di dema axaftina Bayindir de dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Piştre namzetê Hevşaredariya Geverê Şoreş Dîrî jî axivî û diyar kir ku heta tecrîd tê rakirin, ew ê li ser piyan bin.

Namzeta Hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul jî wiha got: “Ev meş pîroz e. Divê hemû gelê me beşdarî vê meşê bibe. Êdî bes e, hemû gelên li Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ne. Gel aştiyê dixwazin.”

Hevserokên Geverê yên DEM Partiyê Ercan Sevmez û Fîlîz Saygi jî meşvan silav kirin.

Dayika Aştiyê ya Geverê Gulbeyaz Mihçî jî ragihand ku divê li dijî tecrîda girankirî, hemû deng derxînin.