Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 40’an didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 202’an de bi koma 40’an berdewam dike.

Nobeta Azadiyê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî hatibû destpêkirin, didome. Çalakiya ku îro di roja xwe ya 202’an de ye, koma 40'emîn dewr girt.

Çalakî nobetê de li ser navê koma 39’an rojnamevan Mizgîn Kara daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

“Rêbertî ev 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyêde tê girtin û ev 3 salin jî bi tu şêweyî em agahî jê nagirin. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û agahî girtina ji rewşa wî, gelê Kurd li her deverê cîhanê di nava çalakiyan de ye.

Tecrîda ku tê meşandin di kesayeta Rêber Apo de li ser tevayî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Ji ber ku Rêbertî netenê rizgarkerê gelê Kurd, di heman demê de yê mirovahiyê ye jî. Di roja îro de netenê gelê Kurd ji bo Rêbertî di nava çalakiyan de ye, her kesê ku fikir û felsefeya Rêbertî ji xwe re wek bingeh girtî di nava çalakiyan de ye. Ji vir em dizanin Rêbertî bûye Rêberê hemû gelan û têkoşîna wî ji her kesê re bûye hêviya jiyanê.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî bi salane ji bo tunekirina tevgera azadiyê êrişan pêktînin. Dewleta Tirk a faşîst li çiyayên Kurdistanê li hemberî Gerîlayên Azadiyê hemû cûre teknîk û çekên qedexekirî bikar tîne. Li Bakurê Kurdistanê bi girtin û pêkanînên xwe yên li hemberî cenazeyên şehîdan, li Rojavayê Kurdistanê jî bi hedefgirtina çavkaniyên jiyanê û giştî talana li ser xaka Kurdistanê sûcê şer dike. Li beramberî wî jî bêdengiya navneteweyî ya heyî nîşan dide ku netenê dewleta Tirk a dagirker dijminahiya gelê Kurd dike, belkû hemû dewlet û saziyên ku xwe wek saziyên mafên mirovan binav dikin, êrişî civaka me dike.

Lê li hemberî van kiryaran berxwedana Rêbertî û gerîlayên Kurdistanê dibe bersiva herî mezin ji bo dagirkeran. Ne bi 50 salan, ne jî bi 500 salan, ne dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî ne jî tu hêzek din a cîhanî nikare vê tevgerê tune bike û me ji Rêbertî qut bike. Ne tenê 4 dîwarên Îmraliyê, hezar dîwarên Îmraliyê jî hebin, emê xwe bigihînin Rêbertî. Emê bibin çûkek, emê bibin masiyek, an jî dilopek ya baranê, emê xwe bigihînin Rêbertî û bi fîzîkî wî azad bikin.

Wekî Rêbertî dibêje; ‘Hêvî ji serkeftinê binirxtire’, emê bi hêviya ku Rêbertî ji me re afirandî, agirê serkeftin û azadiyê li ser çiyayên Kurdistanê mîna Kawayê Hesinkar pê bixin û tola şehîdên xwe hilînin.”

Piştî axaftinê koma nû bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ çalakî dewr girt.