KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gel ber bi Newroza Amedê ve diherike
Di serî de Kurdistan li çar aliyên cîhanê bi milyonan mirov Newrozê pîroz dikin. Fînala pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê wê li Amedê pêk were. Gel ber bi qada pîrozbahiyê ve diherike. -
Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan
Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024'an pîroz kirin. -
Li Semsûrê meşa meşaleyî, li Geverê agirê Newrozê
Li Semsûrê bi sedan kes Newrozê bi meşeke meşaleyî pîroz kirin. Li Geverê jî ji bo bîranîna Mazlûm Dogan agirê Newrozê hate pêxistin. -
PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku, Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye û got, “Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse.” -
Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di peyama xwe de ya ji bo Newrozê şandî, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got, "Li ser xeta Rêber Apo û şopdariya şehîdên leheng em ê di vê dema dîrokî de bi ser bikevin." -
Li Kurdistanê agirê Newrozê gur dibe
Li Kurdistanê tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar agirê Newrozê gur dibe û li dora agir govend tê gerandin. -
Newroza Qendîlê ji şevê ve dest pê kir
Ji bo Newroza ku wê sibe li Qendîlê bê pîrozkirin gel ji saetên şevê ve herikîn qadê. Ciwan bi meşaleyan meşiyan. -
Di Nobeta Edaletê de banga tevlêbûna Newroza Amedê hat kirin
Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê banga tevlîbûnê kirin. -
Di Newroza Hezexê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hat kirin
Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hatin cem hev û Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Li Qoserê bi deh hezaran herikîn qada Newrozê
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn. -
Li Cizîrê Meş: Bê Serok jiyan nabe
Li navçeya Cizîrê piştî coşa Newrozê gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ber bi navenda bajêr ve meşiya. -
Li Cizîrê coşa Newrozê: Gelê Kurd ji bo azadiyê li ser piyan e
Li navçeya Cizîr a Şirnexê tevî baran û heriyê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiyê bi biryardarî li ser piyan e. -
Li quntarê Katoyê Newroz: Ev agir wê nevemire!
Di şahiya Newrozê ya li quntarê çiyayê Katoyê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. -
Newroza Îdirê: Tecrîd hebe xwişk-biratî nabe, tecrîd divê rabe!
Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin pêk hat. Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Tecrîd hebe, xwişk û biratî nîne. Tecrîd wê rabe." -
Temel: Kes nikare Abdullah Ocalan ji hişê gelê Kurd bibe
Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel li Wêranşarê di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got, "Kes nikare Birêz Ocalan ji hişê gelê Kurd bibe." -
Ayşegul Dogan: Rêya azadiyê Îmralî ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got: “31’ê Adarê em ê mizgîniyeke mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmralî ye, gelo hûn ê wê deriyê vebikin? Rêya çareserî, aştî û azadiyê Îmralî ye.” -
Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest tecrîd were rakirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku li Tetwanê axivî, bal kişand ser çalakiyên gel ên li dijî tecrîdê û got: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin." -
Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe jî li gorî wateya Newrozê bû. Tirs berda dilê paşverûtiyê, hêvî da lêgerînerên azadiyê." -
Dîmenê SÎHA yên hatin xistin
Gerîla TV ji 15 SÎHA yê hatin xistin dîmenê 4 ji wan weşand. -
PKK: Gerîlayên Azadiyê agirê Newrozê li asîmanan vêdixe
PKK: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hêzên dagirker û qirker re Kurdistanê dike goristan. Bi derbeyên teknîkî yên li faşîzma AKP-MHP’ê xistî, agirê Newroza îsal li asîmanan vêdixe. -
Mizgîniya Newrozê: Derfetên me çêbûn ku SÎHA'yan bêbandor bikin, 15 SÎHA hatin xistin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê mizgîniya Newrozê eşkere kir: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin. Hêzên me bi giştî 15 SÎHA anîn xwarê. -
KNK: Em Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin, pîroz dikin
Konseya Rêveber a KNK’ê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz kir û ev bang kir: “Divê her kes dakeve qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.” -
Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin." -
Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir
Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb cara yekem li ser wateya Newrozê semîner hat dayîn. Beşdarên semînerê gotin, “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me Newroz nas kir. Em bi hêvîne ku ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo.” -
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn. Qendîl ji bo Newroza îsal jî amade ye.