BI DÎMEN

Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di peyama xwe de ya ji bo Newrozê şandî, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got, "Li ser xeta Rêber Apo û şopdariya şehîdên leheng em ê di vê dema dîrokî de bi ser bikevin."

PEYAMA KARAYILAN A JI BO NEWROZÊ

Mûrat Karayilan ji bo Newroza 2024'an peyamek weşand. Peyama Karayilan bi vî rengî ye:

"Gelê me yê hêja, silav ji bo we hemûyan. Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be. Bi navê Rêveberiya Tevgera me cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Em silav, rêzdarî û girêdana xwe pêşkêş dikin. Em cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê, dayikên şehîdan, gelên herêmê, mirovatiya pêşverû, li tevahiya hevalan, xebatkaran pîroz dikin. Di sala nû de ji bo her kesî em serketinê dixwazin. Di van rojên pîroz de tevahiya şehîdên şoreşê, şehîdên Newrozê di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de bi bîr tînin, li hemberî bîranînên wan serê xwe ditewînin, soza me dane wan em dubare dikin.

Cejna Newrozê di dîroka gelên herêmê de û gelê me de cihekî xwe yê girîng heye. Lê di dîroka tevger, têkoşîna me de cihekî xwe yê hîn girîng û taybet heye. Beriya vê bi 51 salan Rêber Apo roja Newrozê kete rê. Ji wê demê heta niha Rêber Apo li Kurdistanê ji bo agirê Newrozê geş bibe, ruhê Newrozê xurt bibe gelek hewldanên girîngbiha bi pêş xist. Di Newrozê de di şert û mercên zindana Amedê de li hemberî zilmê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan çalakiya mezin kir. Piştre keçên Kurd ên azad Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin, bi vî rengî bûn şopdarên Mazlûm Doganan. Li Kurdistanê li Cizîra Botan û li Nisêbînê di serî de li gelek deverên Kurdistanê gelê me fedakariyeke mezin bi cesareteke mezin gelek şehîd dan, bi sedan qehreman dan, bi vî rengî agirê Newrozê geş kirin. Newroz bi vî rengî gihîşt wateya xwe ya dîrokî, ruhekî neteweyî, têkoşîn ava kir.

Di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji bo azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavek hate ragihandin ji aliyê dostên enteransyonal ve. Ev pêngav her diçe bi pêş ve diçe û em bawer in bi vê Newrozê re ev pêngav wê geş bibe û xurt bibe. Hemû kesên beşdarî vê pêngavê bûne em silav dikin. Bi taybetî dostên enterasyonal silav dikin. Çalakvanên li zindanan di greva birçîbûnê de ne em silav dikin. Dayikên di Nobedên Edaletê de ne em hemûyan silav dikin. 12 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê li Strasboûrgê nobedarên ku Nobeda Azadiyê ya Rêber Apo digirin em silav dikin. Demeke dirêj e li wargeha Şehîd Rustem Cûdî welatparêzên ku Nobeda Azadiyê digirin em wan hemûyan pîroz dikin.

Newroza 2024 ne Newrozeke ji rêzê ye. Em di serdemeke dîrokî de Newroza 2024'an pêşwazî dikin. Ya girîng ev Newroz saziyên nûneriya gelê Kurd dikin û dostên gelê Kurd weke Newroza azadiya Rêber Apo îlan kirin. Ev tiştekî pir girîng û bi wate ye. Yekemcar e bi vî rengî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo û bijî Serok Apo' vê Newrozê bi coş li qadan bi milyonan, bi deh milyonan mirovên me vê dirûşmê bilind dikin. Çi dixwazin? Azadiya Rêber Apo dixwazin. Gelê me azadiya Rêber Apo weke nasnameya xwe ya azad dibîne. Ji ber wê li qadan bang dikin. Divê dengê gelê Kurd bibihîzin. Bibihîzin qîrîna azadiya Rêber Apo. Ev komplogerên bê wijdan ên bê bext divê bibihîzin. Em bang dikin, hemû hêzên eleqedar, hêzên cîhanî, hêzên komploger bes e êdî, piştgiriyê nedin terora dewleta Tirk a li ser gelê Kurd. Bes e êdî ji bo berjewendiyên xwe paşeroja gelê Kurd tarî nekin û guh bidin banga gelê Kurd. Azadiya gelê Kurd azadiya gelê Kurd êdî mafekî xwezayî ye. Divê hûn li hemberî vê rastiyê erka xwe ya exlaqî û mirovahî pêk bînin.

Girîngiya Newrozê ya duyem jî weke hûn dizanin, 10 rojên din li Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî heye. Di hilbijartinên xwecihî de gelê me hevşaredarên xwe hildibijêre, lê rejîma AKP-MHP'ê îradeya gelê me nas nake û qeyûman diavêje. Tiştekî bi vî rengî di hiqûqa gerdûnî de nîne. Bi şêwazekî fermî îradeya gelê me binpê dike. Naxwaze nas bike. Ji ber wê divê bi ruhê Newroza 2024 tevahiya gelê me, tevahiya dostên gelê me, kesên sosyalîst û demokrasîxwaz li Tirkiyeyê her kes li hemberî vê siyasetê bêdeng nemînin, beşdarî hilbijartinan bibin, îradeya xwe nîşan bidin. Nîşan bidin ku em li îradeya xwe xwedî derdikevin. Em vê siyaseta qeyûm nas nakin. Ji bo vê divê gelê me vê hilbijartinê ne tenê weke hilbijartina hin kesan tenê bibîne, divê weke eşkerekirina îradeya xwe li pêş cîhanê, li pêş dost û dijminan îradeya xwe nîşan bide biçin dengdanê, dengê xwe bidin.

Ya sêyemîn em di serdemeke girîng de ne. Ev rojên em tê de ne, weke ku hemû gelê me, dostên me dişopînin, dewleta AKP-MHP û Ergenekon niha di hewldanên amadekariyeke nû de ne. Ji bo ku li hemberî, li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li hemberî destketiyên gelê Kurd êrîşekê bikin. Ji bo wê ev trafîka dîplomasiyê li herêmê û asta cîhanê dike. Em zanin amadekariyên xwe hene. Lê belê êdî wan fêhm kirine ku bi tena xwe, bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikarin. Ji bo wê niha ketine hewldanên ji bo xwe hevalbendan bibînin. Kesên ku karibin tevlî wan li hemberî gerîla şer bikin bibînin. Niha li pey vê ketine. Em zanin nêta wan xerab e, bi feraseta Osmaniya nû, bi hişmendiyeke Tûranîst nijadperest dixwazin hemû destketiyên gelê me tine bikin, Mîsakî Mîllî dagir bikin, li Iraq û Sûriyeyê gelê Ereb di bin serweriya xwe de bikin. Bi esas nêta wan ev e. Lê vê yekê bi dek û dolaban vedişêrin û wisa dixwazin ji xwe re hevalbendan çêbikin.

Dewleta Tirkiyeyê niha, rejîma niha ya faşîst ji Kurdistanê re dibêje terorîstan. Bi taybetî ji azadkirî re dibêje terorîstan. Binihêrin, li van deveran ew bi xwe çi dike, terorê dike. Mirovan sûîqest dikin, bi destê sîxuran dide kuştin. Bi balafirên bê mirov qetil dike. Îro dewleta Tirkiyeyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê, Şengalê, Rojavayê Kurdistanê terorê dimeşîne. Weke eşqiya her kesî dike hedef, şantajan dike. Yên ku dixwazin hovîtiya dewleta Tirkiyeyê nas bikin bila li Efrînê binihêrin. Ka li Efrînê çi dikin? Weke dewleteke eşqiya, hov dixwaze derdorê bitirsîne û wisa xwe serwer bike. Em ê li hemberî vê nêzîkatiyê qet û qet paşve gavê neavêjin. Divê dostên me jî baş zanibe, gelê me zanibe em di vê serdemê de amade ne ku berxwedaneke dîrokî bikin. Em bi xwe bawer in. Çima? Em bawer in ku gelê me bi me re ye. Hêza herî mezin gel bi xwe. Em ê bersiva pêwîst bidin destdirêjiya wan. Divê her kes bi vê zanibe.

Tiştê niha hewceya gelê me pê heye, doza azadiyê ya Kurdistanê hewceyî pê heye, yekîtiya neteweyî ye. Ango stratejiyeke neteweyî ye. Divê di vê serdema dîrokî de stratejiya gelê Kurd a neteweyî hebe. Ji bo vê em weke rêxistin bang dikin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî. Yên nayên bila neyên, yên welatparêz divê di nava xwe de teqez bigihêjin hev, stratejiyeke hevbeş a neteweyî ava bikin. Pêwîste her kes zanibe, di vê serdema girîng, dîrokî de ji bo gelê me li ser xaka Mezopotamyayê, li herêma Rojhilata Navîn bi şêwazekî azad bijî, çi ji destê me were weke tevger em ê bikin. Di vê mijarê de kûrbûna me ya stratejîk û taktîk heye. Tecrûbeya me heye, serweriya me li ser taktîk û teknîk heye. Ji bo wê em ê li ber xwe bidin. Em ne şerxwazin, lê belê yên şer bikin em ê bersiva pêwîst bidin. Divê dinya alem her kes bi vê zanibe. Lê belê li vir banga me heye, ji bo her kesî ye. Dewleta Tirkiyeyê li ser welatê me terorê dimeşîn, dixwaze siyaseta qirker serwer bike, li ser Rêberê me tecrîdeke giran dimeşîne, ev hemû ne mirovahî ne, hovîtî ye. Ti kes vê hovîtî û qetlîamê Tirkiyeyê re nebe şirîk. Banga me ji bo hêzên NATO'yê ye, banga me ji bo hemû hêzên piştevaniya Tirkiyeyê dike. Divê her kes zanibe ku meşa me meşeke adîl e, meşeke rast e. Daxwaziyên me daxwaziyên xwezayî ne. Em ê ji bo van her tiştî bikin û em ê bi ser bikevin. Em îro ji her demê bêhtir ji serketinê bawer in. Em ji xwe, gelê xwe û dostên xwe bawer dikin û em ê di bin ronahiya xeta Rêber Apo de, di şopdariya şehîdên qehreman de di vê serdema dîrokî de bi ser bikevin. Li ser vî esasî ez careke din Newroza we hemûyan pîroz dikim, di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de ji bo her kesî serketinê dixwazim."