Li Cizîrê coşa Newrozê: Gelê Kurd ji bo azadiyê li ser piyan e

Li navçeya Cizîr a Şirnexê tevî baran û heriyê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiyê bi biryardarî li ser piyan e.

TEVÎ BARANÊ JÎ COŞA NEWROZÊ

Li navçeya Cizîr a Şirnexê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi dawî bûn. Pîrozbahiya Newrozê li qada ku ji ber barîna baranê veguherî gola heriyê hate kirin.

Ji ber Qeymeqamtiya Navçeyê ji serlêdana Komîteya Amadekar re bersiveke erênî neda, pîrozbahî li qada vala ya li Taxa Banê Xanê hate kirin. Bi hezaran ciziriyan tevî baran û heriyê herikîn qada Newrozê. 

Bername bi stranên hunermend Hîvron berdewam kir. Dû re peyama girtî Celalettîn Denîz ê li Girtîgeha Rihayê di çalakiya grevê de hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Newroz destpêkek û jidayikbûneke nû ye. Newroz navê kesên serî natewîne ye. Ronahiya heqîqetê û weke çîroka gelê kurd çîroka jiyanê ye. Serkeftin her tim ya kesên li ber xwe didine. Em bi vîna ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî biherikin Îmraliyê.”

Pişt re Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Kesên dixwazin serî bi Botanê bidin tewandin bila li dîroka Botanê binêrin. Vî gelî serî li ber Îskenderê Mezin netewand, Erdogan dê serî li ber te bitewîne? Her roj gefan li gelê kurd dixwin, Erdogan li vê qadê binêre, ev qad qada berxwedan û kesên li ber xwe didine.”

Bayindir, destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê kurd li ser piyan e û wiha domand: “Newroza 2024’an meha mizginiyan e. Gelê kurd ji bo pêkhatine azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li ser piyan e. Ev der warê Egîdan e, kes serî natewîne. Gelê kurd azadiya xwe dixwaze, gelê kurd dixwaze zimanê xwe biaxive û di nava aştiyê de bijî.”

Bayindir, di axaftina xwe de bal kişand ser HUDA-PAR’ê û wiha lê zêde kir: “Ew qas qels in ku mûhtacî partiya kontraya ne. Li Nisêbîn û Êlihê bi hezaran mirovên me kuştin. Kesên dibêjin ‘em partî ne’; hûn kontra ne, we gelê kurd kuşt. Gelê kurd we baş nas dike, îro bi ÎHA û SÎHA’yan re dest didin destê hev û dibêjin ‘em partiya kurdan e’. Hûn partiya kontraya ne.”

Bayindir, bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên nêzîk dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li pêşiya me 10 roj man, piştî deh rojan dê çavê herkesê li vir be. Erdogan digot ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex wergirt’. Erdogan tu dê hem Stenbolê hem jî Şirnexê winda bikî. Ev hilbijartin hilbijartina gelê kurd e. Gelê kurd di vê hilbijartinê de dê xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkeve.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.