BI DÎMEN

Qendîl ji bo Newrozê amade ye

Her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn. Qendîl ji bo Newroza îsal jî amade ye.

NEWROZA QENDÎLÊ

Komîteya Amadekar a Newrozê zêdetirî hefteyekî ye ji bo amadekirina pîrozbahiya Newrozê dest bi amadekariyan kiriye. Di vê çarçoveyê de beşeke mezin a amadekariyan temam bûye.

Îsal li çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşmeya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye” Newroz tê pîrozkirin. Qada Newrozê ya li Qendîlê jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên pêşeng ên şoreşê hatiye xemilandin.

Her wiha Şaredariya Qûntara Qendîlê bi awayekî berdewam ji bo atmosfereke aram xebatan dike da ku gel bêyî asteng beşdarî Newrozê bibe.

Endama Desteya Rêveberiyê ya Şaredariya Qûntara Qendîlê Ronahî Hisênê da xuyakirin ku ji bo ku gel bi rehetî û bi aramî beşdarî Newrozê bibe, ew ê her cure xebatekê bikin. Ronahî Hisênê diyar kir ku wan sehneya qada Newrozê çêkirine û qad bi wêne û sembolên gelê Kurd xemilandine.

Ronahî Newrozê îşaret bi girîngiya beşdarbûna li Newroza Qendîlê kir û wiha got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku bila bi coş beşdarî Newroza Qendîlê bibin. Ji ber ku taybetmendîya Newroza Qendîlê heye. Lewma em di vê çarçoveyê de bang li hemû gel dikin ku bi coş û kelecan beşdarî Newrozê bibin.”