Li quntarê Katoyê Newroz: Ev agir wê nevemire!

Di şahiya Newrozê ya li quntarê çiyayê Katoyê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

LI QUNTARÊ KATOYÊ NEWROZ

Tevî ku li navçeya Elkê ya Şirnexê ev du roj in berf dibare jî li quntarê Çiyayê Kato pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Ji ber berfê gelek rê hatin girtin lê belê tevî vê yekê jî bi dehan welatî ji gundên xwe heta qada Newrozê meşiyan. Bi sedan kesên bi kiras û fîstan, bi şel û şepikên xwe hatin ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ya ku bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin ve meşiyan.

Newroz, di bin barîna berfeke zêde de destpê kir. Tevî barîna berfê jî bi sedan kes li qadê man û bi coşa Newrozê xelekên govendê gerandin.

Di pîrozbahiyê de ji ewil namzeta şaredariyê ya Elkê Beybûn Arslan axivî û got ku dê di dawiya meha adarê de bersivê bidin her kesî. Arslan, got ku dê xelkê navçeyê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide kesên hewl didin îradeya gel xesp bikin. Arslan, wiha domand: “Em ê kesên ku gelê Elkê nas nakin, yên ku gelê wê, êşên dayikên wê nas nakin bişînin. Gelê me dê bersiveke mezin bide wan.”

Piştre jî namzetê hevşaredariyê yê Elkê Agît Yîgît axivî û ev tişt anî ziman: “Ez dayikên serbilind, ciwanên leheng û we tevan silav dikim. Hûn bi xêr hatin gurkirina agirê Newrozê. Ev agirê ku Kawayê Hesinkar gur kiriye dê tu caran venemire. Yên ku hewl didin agirê azadiyê vemirînin dê têk biçin. Ne baran ne jî berf dikare pêşiya me bigire. Kesên ku hilbijêrên heram veguhestine navçeya me divê baş bizanin ku dê nekarin bi ser kevin. Ev 40 sal in bi ser neketin û dê ji vir û şûnde jî nekarin bi ser kevin. Îradeya gelê Elkê zarokên wê ne anku em in.”

Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên hevdîtinan xwend. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cemal Kirkkazak jî di pîrozbahiyê de wiha got: “Li dijî zilmê û zaliman Newroz her tim bû hêviya gelên mazlum. Durûtiya hêzên sedest a li Rojhilata Navînd idome. Yên ku îro ji bo Filistînê dibêjin mirovên mazlum, çima ji bo Rojava, ji bo Efrînê nedigotin? Ez vê durûtiya wan hewaleyî Xwedê dikim. Tirkiye her roj îstîxbarata xwe dişîne Amerîka, Başûr û Îranê û amadekariyên qetilkirina me dike. Ez bangî PDK’ê dikim; nebin şirîkên vê komkujiyê. Tev li tifaqa gelê kurd bibin. Bila tu kes bi lîstikên dewletê nexape.”

Bi domdarî Kirkkayak gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “dibe ku dewletê li Şirnexê xeletî kiribin” bi bîr xist û wiha got: “Erê rast e dewletê ev sed salin li dijî gelê kurd tu tiştekî baş nekir. Xeletiya herî mezin jî pêşîlêgirtina aştiyê bû. Heke hûn durû nebin; vaye Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji bo muzakereyên aştiyê amade ye.”

Kirkkayak ji bo hilbijartinê jî wiha got: “Divê gelê me xwedî li namzetên xwe derkeve. Dengê xwe nedin kesên ruh û rûmeta xwe firotine. Divê gelê me ji xwe bawer be. Tu kes nikare îradeya gelê me xesp bike.”

Piştî axaftinan jî Koma Avesta û hunermend Hozan Şervan derketin ser dikê. Welatiyan li ber stranan û di bin berf û baranê de xelekên govendê gerandin û Cejna Newrozê pîrozkirin.