KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê 4’ê Nîsanê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk'
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk. -
YCWK’ê banga geştirkirina agirê serhildanê kir
YCWK’ê li Wanê li dijî xespkirina îradeya gel hin çalakî pêk anîn. YCKW'ê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku xwedî li îradeya gelê Kurd derkevin û agirê serhildanê geştir bikin. -
Xelkê Şengalê dewleta Tirk û PDK şermezar kir
Sazî û rêxistinên li Şengalê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK li Sinûnê bi meşekê şermezar kirin. -
KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û çalakiyan kir. -
NPG’ê ji ber serketina gerîlayan peyameke pîrozkirinê weşand
Fermandariya Biryargeha NPG’ê hemû fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok pêk anîn û ked dan, pîroz kir. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok de şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di roja Newrozê de hêza PKK’ê ya ku nikare bê têkbirin, îspat kirin.” -
Gelê Kurd wê 4'ê Nîsanê bimeşe Amarayê
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de wê Meşa Amarayê bê lidarxistin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Şengalê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bir ser wesayitekê. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kirin. -
KJK: Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke 'roja azadiyê' pîroz bikin
Koordînasyona KJK'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo "mezinkirina hêvî û wêrekiyê" bang kir. KJK'ê got, "Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke roja azadiyê pîroz bikin." -
KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere
KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.” -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 258’an de didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 258’an de bi biryardarî didome. -
Tevgera Azadî serketina DEM Partiyê pîroz kir
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî têkildarî serketina DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyameke pîrozbahiyê weşand û got: “Dema gel yek be û xwe rêxistin bike, bê guman serketin mîsoger e.” -
Di êrîşa Îranê de 4 kolber birîndar bûn
Li herêma Hewramanê di êrîşa hêzên Îranê de 4 kolber birîndar bûn. -
Zîlan Vejîn: 4’ê Nîsanê ji bo gelê me sembola têkoşîneke nû ye
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jidayikbûna têkoşîneke nû ye û got: “PJAK jî li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hatiye avakirin.” -
MOP’ê 1'ê Nîsanê Cejna Akîtû pîroz kir
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) cejna 1'ê Nîsanê ya Akîtû pîroz kir. -
Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn
Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû. Ji bo bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê bû. -
PDK'ê hêza leşkerî şand nêzî Çiyayê Garê
Hate ragihandin ku PDK'ê hêzeke ji 250 kesî ku ji çeteyên Roj û Zêrevanî pêk tê, di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de bi cih kiriye. -
HPG: Li Zapê 2 drone hatin xistin, dagirkerek hate cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 drone hatin xistin. Leşkerekî Tirk ê dagirker jî hate cezakirin. -
MAK'ê li Nisêbînê li nuqteya polîsan xist
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî nuqteya nobedê ya polîsan çalakî kirine. -
'Li her qadê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî'
Şervanê Ereb Şoreş Serhildan ku bi bandora şervanên azadiyê tevlî nava refên gerîla bû, heta ku şehîd bikeve li her qada ku lê ma, di her şert û mercî de wezîfeya xwe bi cih anî. -
Li Mexmûrê bi meşeke girseyî gerîla hat silavkirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi dirûşmeya “Em ê bi ruhê operasyonên şoreşgerî şerê gel ê şoreşgerî bigihînin serkeftinê” meşek girseyî hat lidarxistin. -
Girtiyê 30 salan di girtîgehê de ma Tozun li gundê ku lê ji dayik bûye hat veşartin
Girtiyê 30 salîan di girtîgehê de ma Mutlak Tozun ê ku bi şert hat berdan û jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panosê bi dirûşma "Şehîdê namirin” hat veşartin. -
Li Nisêbînê hewldana provokasyona faşîstên AKP-MHP’ê
Konvoya AKP'ê ya ku namzetê AKP’ê yê Nisêbînê Mehmet Çelîk têde bû bi çêkirina nîşaneya gurê boz gel û esnafan tehrîk kir û çek li gel kişand. Li ser vê provokasyonê bûyer qewimîn û hîn jî didomin -
Xizmên Windayan ji bo 3 windayên qetilkirî hatin ba hev
Xizmên windayan ên li Kurdistanê, ji bo Orhan Yakar, Ahmet Bûlmûş û Munîr Saritaş ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.